Li Çeşmeyê agir vedimire, li Odemîşê 2 tax hatin veguhestin

Li navçeyên Çeşme û Odemîşê yên Îzmîrê ji ber şewatêg elek tax hatin valakirin. Li gel hewldaneke berfireh a destwerdanê jî şewat hîn nehatiye kontrolkirin.

Şewata ku 2'ê Tîrmehê li taxa Ildir a Çeşmeyê li qada zîreetê destpê kir û bi bandora bê li qada daristanî belav bû, di roja duyemîn de ye.

Serê sibehê ji hewa û bejahî ve hewldanên ji bo vemirandina şewatê destpê kirin. Taxên Ildir, Germiyan û taxa Nohutalan a Ûrlayê ji ber xeteriyê hatin valakirin.

Bi hinceta ewlekariyê rêya bejahî ya Îzmîr-Çeteyê hate girtin, şewat gihîşt cihekî nêzî rê.

Li Odemîşê şewata ku êvara Çarşemê li qada Manastir a taxa Tosûnlarê li qada daristanî destpê kir, di demeke kurt de gihîşt taxa Sûçikti. Ji ber şewat belav bû taxên Tosûnlar û Sûçikti ji bo tedbîrê hatin valakirin.

Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban li ser şewatê daxuyanî da û anî ziman ku şewat ji ber xeta eletkrîkê derketiye.