Komploya 15’ê Sibatê li Kopenhagê hat protestokirin

Bi wesîleya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ji navçeya Husum a paytexta Danîmarka Kopenhagê heta qada Şaredariya Kopenhagê meş hate lidarxistin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi wesîleya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê meşek hate lidarxistin. Beriya meşê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.

Zêdeyî 100 kesan bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Em Azadiya Rêber Apo Dixwazin” dest bi meşê kirin.

Di tevahiya meşê de bi mîkrofona vekirî stranên şoreşgerî hatin gotin û dirûşme hatin berzkirin.

Di dema meşê de provokatorekî DAÎŞ’î di şaneşîna xaniyekî de ala DAÎŞ’ê vekir û xwest provokasyonê bike. Girse bi dirûşmeyên şoreşgerî bersiv da.

Di qada mitîngê de li ser navê YNK’ê peyamek hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Di şexsê Serok Apo de her Kurdek li girtîgehê ye. Azadiya Serok Apo azadiya tevahiya Kurd û dostên wan e. Bijî Serok Apo û bimre faşîzma Erdogan.”

Helbestvan Şerzad Ezîz ê ji Swêdê hat, helbesta xwe ya li ser Rêber Apo xwend. Helbesta Ezîz girseyê bi coş kir.