Li Moskovayê têkildarî çapemeniya jinên Kurd konferansek hate lidarxistin
Li Moskovayê têkildarî çapemeniya jinên Kurd konferansek hate lidarxistin û ji 6 welatên cuda zêdetirî 250 pispor û zanyar beşdar bûn.
Li Moskovayê têkildarî çapemeniya jinên Kurd konferansek hate lidarxistin û ji 6 welatên cuda zêdetirî 250 pispor û zanyar beşdar bûn.
Li paytextê Rusya Moskovayê, bi pêşengtiya Zanîngeha G.V. Plehanovê 4’emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî û bi navê ‘’Li Rûsya û Cîhanê Keda Jinan: Dîrok, Kevneşopî û Taybetmendî’’ hate lidarxistin.
Ji 6 welatên cuda zêdetirî 250 pispor û zanyarên ji qadên cuda beşdarî konferansê bûn û 3 rojan berdewam kir.
Li Rûsyayê sala 2025’an weke ‘’Sala Parêzvanên Welêt’’ hate îlankirin û xwendekarên zanîngehê bi strîna stranên gelêrî delege silav kirin.
Di konferansê de Endama Yekîtiya Rojnamevanan a Rûsyayê Kurdistan Lezgiyevayê bi raporeke bi navê ‘’Weke Rûdaneke Hişmendiya Raya Giştî Çapemeniya Jinên Kurd’’ pêşkêşiyek kir.
Lezgiyeva di pêşkêşiya xwe de diyar kir ku rojnamevanên ku geşedanên li Iraq û Sûriyeyê dişopînin bi şert û mercên gelekî xeternak re rû bi rû ne û ev yek anîn ziman: ‘’Divê were diyarkirin ku li Rojhilata Navîn jiyana rojnamevanên jin ên Kurd di bin xetereyê de ye. Kedkarên jin ên çapemeniyê tim bi zulm û tundiya siyasî re rû bi rû ne. Di 5 salên dawîn de li Sûrîye, Tirkiye û Iraqê 6 jê jin 14 rojnamevan hatin qetilkirin û li Tirkiyeyê zêdetirî 30 rojnamevan jî bêyî sedem bi awayekî derqanûnî li girtîgehan tên rehîngirtin.’’
Siyasetzan Şoreş Abî jî xebateke têkildarî rola leşkeriya dixwazî ya jinan ya di veguherîna Rojava ya civakî-çandî û civakî-polîtîk de pêşkêş kir..
Akademîsyenan di rûniştina xebatên zanistî de bal kişandin ser paşeroja kevneşopiya wekheviyê ya civaka Kurd.
Di beşa ‘’Di Şer û Şoreşan de Keda Jinan’’ de xebata zanistî ya Kurdolog û etnokoreograf Tatyana Odintsovayê ya têkildarî ‘berxwedana çandî ya jinên Kurd a li hemberî îdeolojiyên terorî ên li Rojava û rola govendê ya di nava vê berxwedanê de’ hate pêşkêşkirin.