BI DÎMEN

Platforma Gelan a Ewropayê: Berpirsyariya dîrokî li ser milê me ye

Bernameya ku Platforma Gelan a Ewropayê li Viyanayê li dar xist bi dawî bû û peyama, “Em ê bi yekkirina têkoşîna xwe û bergehên xwe, jiyana azad a ku gelên cîhanê û hemû zindiyên di gerstêrkê me de heq dikin, ava bikin.”

Bernameya ‘Înîsiyatîfê paşde bigre’ ku bi beşdariya 836 delegeyên ji 30 welatên Ewropayê roja Înê li

Zanîngeha Viyanayê destpê kir, îro bi ragihandina encamnayê bi sirûd û dirûşmeyan bi dawî bû.

Di roja sêyemîn a bernameyê de ewil komên ku xebatên atolyayê yên bi sernavên “Avakirina Xweseriyê”, “Aktîvîzîm û Rêxistinbûn”, “Têkoşîna Li Dijî Polîtîkayên Qirkirinê” û “Medyaya Demokratîk” birêvebirin, pêşkêşî kirin. Piştî pêşkêşiyan gelek delege nêrîn û rexneyên xwe parve kirin.

Piştî navberê, li ser navê Komîteya Amadekar a Platforma Gelan a Ewropayê nirxandina encamnameyê hat kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi endamên ji 30 welatên cuda ên Ewropayê û ji civakên cuda re li hev civiyan. Platforma Gelan a Ewropayê ya ku bi şîara ‘Înîsiyatîfê paşde bigre’ hate avakirin, ji ber parvekirina tecrubeyên kesên li dijî hêzên zextê têdikoşin û pêwîstiya nîqaşkirina dibêtiyên lêgerîna jiyana azad hatiye lidarxistin. Ne tenê ji bo analîzkirina modernîteya kapîtalîst an jî nirxandina rewşa heyî, di heman demê de ji bo bi awayekî kolektîf li hev bicivin û bikevin vê rêyê li hev kom bûn.”

EM BI QASÎ ZEHMETIYAN LI BER FIRSENDAN IN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku cîhan li ber guhertinekî de ye û hate gotin ku ji bo bûyîna hêza çareseriyê divê birêxistinkirî bin û ev tişt hatin gotin: “Cîhan li ber guhertînekî dîrokî ye. Guhertinên jeopolîtîk ên ku em pê re rûbirû ne, pêşketinên teknolojîk, hilweşîna ekolojîk û qeyranên aborî-civakî gihiştiye astekî bêşip. Lê bi her zehmetiyên mezin re firsendên mezin jî tên. Kapasîteyame ya fêrbûb, çêkirina nûbûnan, avakirina piştevaniyê û hilberandina çareseriyên alternatîf, ji bo êkanîna van firsendan rola kilîd dilîzin. Ji ber vê ev konferans evqas girîng bû. Me vê platformê ji bo anîna bergehên cuda li cihekî, keşîfkirina fikran, parvekirina tecrubeyan û guhertinekî watedar ava kir.

DIVÊ EM DI BINGEHÊ DE YEK BIN

Di daxuyaniyê de îşaret bi encamên bernameyên di konferansê de hate kirin û wiha hate gotin: “Me bi hev re di xebatên atolye yên cuda de pirsgirêkên jiyanî nirxand; Şer û Aştî”, “Antî-faşîzm”, “Berxwedana Ekolojîk”, “Konfederalîzma Jinan a Demokratîk”, “Nasnameya Ciwanan û Berxwedan”, “Avakirina Xweseriyê”, “Aktîvîzm û Rêxistinbûn”, “Têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirinê” û “Medyaya Demokratîk”. Her deng û tecrubeya li vê derê, ji bo vê rêyê giranbiha bû. Bernameya vê platformê xwe dispêrê rêxistinbûna bingehîn û hewldana hevpar a ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji bingehê ve. Em bi teşwîqkirina hevkariyên di navbera têkoşînên herêmî de, ne tenê çareserkirina zehmetiyên diyar, di heman demê de dikarin hewl bidin ku tevgerekî mezintir a li dijî kapîtalîzmê ava bikin. Em bi vê sînerjiyê re dixwazin bernameya xwe mezin bikin û guhertina veguhêrîner pêk bînin.”

DIVÊ EM BI ŞOREŞGERAN RE DI NAVA TÊKILIYÊ DEBIN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Platforma Gelan a Ewropayê qada ceribandina stratejî û taktîkan, avaniyên rêxistinî û pratîka rojane ye û wiha hat gotin: "Me xwest ku geşedanên siyasî yên salên dawî ji bo me tên çi wateyê û derfetên guhertina cîhanê çi ne, kişf bikin. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstî bi bersivandina pirsên li ser nîqaşên kolektîf ên domdarî yên platformeke berfireh a rêxistin, tevger û kolektîfên demokratîk û şoreşgerî heye. Bi Platforma Gel a Ewropayê re vê guhertinê pêk bînin çarçoveyekê jpêşkêşî Ewroapyê bikin. Di merhaleya amadekariyê û rojên li Viyanayê de em bi hev re li ser stratejî û taktîkan xebitîn da ku hêzên cuda bikarin baştir danûstandinê bikin. Di vê wateyê de nîqaşên komxebatan û proje, plan û pêşniyarên ku bi pîvanê  hevpar pêş xistine, stûnên rêxistinî yên platforma me ne.”

LI CÎHANÊ PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNÊ JIN IN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî pêşnûmeyên ku di çalakiya Viyanayê de li ser hatine lihevkirin wê xebatên pratîkî yên pêşerojê bên meşandin û wiha domand: “Tevgera jinan xwedî potansiyela ku bi awayekî çalak pêşengiya tevger û rêxistinên girseyî bike. Eger bi awayekî serketî parastina azadiya kesên bindest û têkoşîna azadiyê bike, dikare di hemû qadên jiyanê de û li çar aliyê cîhanê di veguherandina jiyanê de roleke sereke bilîze. Pêvajoya komunalîteya demokratîk versiyoneke nûjen a têkiliyên civakî ku ji aliyê jinan ve hatiye pêşxistine. Ev rêbaz ji bo eşkerekirina rastiyên civakî pêwîst e. Bêyî ku baviksalariya ku li ser civakê hatiye ferzkirin derbas bibe, ev rastî wê di qadên cuda yên wekî felsefe, zanist, etîk, estetîk û olî de bi tevahî veşartî bimînin. Lê belê bi destgirtina van pirsgirêkan em dikarin ji wêrankirina ekolojîk, newekheviya civakî û azadiya takekesî re rêyekê bibînin.”

CUDAHIYÊN ME DEWLEMENDIYA ME YE

Di daxuyaniyê de bal kişandin pêkhateyên mezin û biçûk ên di nava Platforma Gelan a Ewropayê de cih digirin û hat destnîşankirin ku divê bi hev re bin û bi hev re tevbigerin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Avakirina tora hevpar û rêxistinbûna me li ser esasê ‘yekîtiya cihêrengiyê’ pêk tê. Dema ku em li ser pîvanên ku me digihînin hev, armancên me yên hevpar û berxwedana xwe ya bibiryar a li hember kapîtalîzmê disekinin, em di teorî û pratîkê de cîh ji cûdahî, nakokî û cihêrengiyê re dihêlin. Hevgirtin û hevkariya me wê li ser van esasan be. Dibe ku di çalakiyên me de awayên cuda yên ramanê û rêbazên cûda, awayên xebatê û kevneşopiyên me yên cûda hebin. Çand û zimanên me cuda ne, hinek ji me ji tevgerên mezin tên û hinek ji me jî ji tevgerên biçûk tên. Lê belê em cudahiyên xwe wek astengiyê nabînin. Li şûna vê, em vê cihêrengiyê weke dewlemendiyekê dibînin û dixwazin bi hev re nîqaşan bikin, ji hev fêr bibin û li ser vê bingehê hêza xwe bikin yek. Cudahiya me hêza me ye, ew ê me lawaz nekin, wê rêya me ya hevpar xurt bike.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ Û ISRARA DI MIROVABÛNÊ DE XALÊN ME YÊN HEVPAR IN

Nuqteya hevpar a bingehîn, berxwedana me ya li dijî kapîtalîzmê û israra me ya di mirovabûnê de ye. Li hemberî qeyrana gerdûnî, şerên zêde dibin, karesatên ekolojîk, koletiya jinê û pergala ku dixwaze pêşeroja me ya bi rûmet ji me bigire, divê em cudahî û nakokiyên me deynin aliyekî. Kapîtalîzmê mirovatî aniye ber têkçûnê. Jiyana me wê bi têkbirina kapîtalîzmê û avakirina jiyan û cîhanek cuda pêkan be. Encamên ku em ji rewşa heyî derdixin bi awayekî vekirî nîşan didin ku; divê demildest em bên gel hev û bibin hêzeke rêxistinkirî.”

BERPIRSYARIYA DÎROKÎ LI SER MILÊN ME YE

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Berpirsyariyeke mezin û dîrokî dikeve ser milê her kesî. Weke kesên ku li Ewropayê têdikoşin, erka me ew e ku em li dijî bêazadî, bêedaletî û wêrankirina ku ji hêla hêza Ewropayê ve li çaraliyê cîhanê belav bûye, bişkînin. Werin em têkoşîn, perspektîf û hêza xwe bikin yek ji bo gelên cîhanê jiyaneke azad ku heq dikin ava bikin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên Kurdî û Îtalî “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan Azadî” û bi gerandina govendê bi dawî bû.