BI DÎMEN

Li Marsîlyayê zêdeyî deh hezar kes meşiyan: Ji Rêber Apo re azadî!

Bi hezaran kesên ku li Marsîlyayê li dijî Komploya Navneteweyî meşiyan, azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd qîriyan.

Meşa Dirêj a ku ji bo 3 rojan li başûrê Fransayê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî hate destpêkirin, di roja sêyemîn de li Marsîlyayê bi tevlîbûna zêdeyî deh hezar kesan bi girseyê hate pêşwazîkirin.

Meşa ku ji bajarên Draguignan, Montpellier, Avignon û Marignane beşdarbûneke zêde hat kirin, roja ewil bi tevlîbûna 123 kesan li pêşiya Şaredariya Martiguesê destpê kiribû.

Bi hezaran kes ji bo meşa fînalê li qada Canabierre li hev civiyan û heta qada Vieux Port meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî”, “Bê Serok Jiyan Nabe" "Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne" hatin berzkirin.

Berdevka Meclîsa Gel a Marsîlyayê Yilmaz Serhed di dema meşê de daxuyanî da û wiha got: “Em têkoşîna azadî û mirovahiyê ya ku li dijî êrîşa komploya navneteweyî û pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê 26 sal in bi pêşengiya Rêber Apo ji aliyê tevger, gel û dostên me ve tê meşandin, silav dikin û pîroz dikin. Em wekî gel û tevger heta dawî li pişt Rêbertiya xwe ne. Komploya 15’ê Sibatê komployekî pir mezin û navneteweyî bû, lê têkoşîna me mezintir bû. Bi saya tevgera me û gelê me komplo hat têkbirin.”

Nûnerên saziyên Fransî yên dostên Kurdan jî tevlî meşê bûn û piştgiriyên xwe anîn ser ziman. Piştî axaftinan mitîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.