Li Parîsê 6 rastgirên tund ên faşîst hatin binçavkirin

Li Parîsê roja 16’ê Sibatê faşîstan êrîşî Komeleya Çanda Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî (ACTIT) kirin û ciwanek birîndar kirin. Hat ragihandin ku ji van faşîstan 6 kes hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya medyaya Fransî ya xwe spartî çavkaniyên Midûriyeta Emniyeta Parîsê û Dozgeriya Komarê, piştî kêr li kesekî hate xistin 6 kesên endamên “rastgiriya tund a radîkal” hatin binçavkirin.

Li gorî Midûriyeta Emniyetê, roja Duşemê di derdora saet 17.30’an de li herêma 10’emîn a paytextê nêzî “20 kesên ku maske li xwe kiribûn û şûşeyên skestî pê re bûn” ketin avahiya ACTIT û êrîşî kesekê kirin.

Midûriyeta Emniyetê û Dozgeriya Komarê diyar kir ku mexdûr gelek birîn girtine û şevê ji nexweşxaneyê derketiye.