Young Struggle: Em ê serî li hemberî êrîşan netewînin
Young Struggle bertek nîşanî êrîşa 30 faşîstan a bi kêr û darê da û got: “Em ê vê êrîşê bê bersiv nehêlin. Em ê her tim têkoşîna antîfaşîst xurt bikin.”
Young Struggle bertek nîşanî êrîşa 30 faşîstan a bi kêr û darê da û got: “Em ê vê êrîşê bê bersiv nehêlin. Em ê her tim têkoşîna antîfaşîst xurt bikin.”
Rêxistina ciwanên şoreşger Young Struggle (YS) ragihand ku hevrêyên wan ên li Parîsê di dema bernameyê fîlmê ya antîfaşîst a li komeleya ACTIT’ê de ji aliyê koma faşîst KOB VEILLE ya Fransî ve rastî êrîşê hatine. Young Struggle ragihand ku di êrîşa 30 faşîstan de hevrêyek wan bi kêr û daran hate birîndarkirin û niha li nexweşxaneyê ye.
Young Struggle destnîşan kir ku dema koma faşîst li hev civiyan û êrîşî endamê Young Struggle kirin, li şûna polîsên Fransî gelê herêmê mudaxile kir û wiha got: “Em pir baş dizanin ku ev êrîş li dijî hemû têkoşînên antîfaşîst e û dewleta Fransî rasterast an jî nerasterast rê li ber êrîşan vedike.”
Young Struggle di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me tu car serî li hemberî êrîşên bi vî rengî netewand û em ê netewînin! Ciwan li ser piyan in! Em ê vê êrîşê bê bersiv nehêlin. Em ê her tim têkoşîna antîfaşîst xurt bikin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku di refên antîfaşîst de birêxistin bibin, li Young Struggle birêxistin bibin û her li ku derê bin li dijî faşîstan bi hev re têbikoşin û dakevin qadan.”