BI DÎMEN

Komploya 15’ê Sibatê li Osloyê hate protestokirin

Komploya 15’ê Sibatê li paytexta Norwec Osloyê bi mitîngekî hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Norwecê komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, bi pêşengiya NCDK-OSLO’yê li pêşiya stasyona trenê ya navendî ya Osloyê bi mitîngekî protesto kirin.

Mitîng ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin.

Siyasetmedar Serhildan Reşko, Hevserokê NCDK-OSLO’ê Andam Aso û Jack Schønberg, Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Partiya Çep a Sosyalîst a Norwecê di mitîngê de axivîn û daxwaza demildest azadiya Rêber Apo kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re Azadî”, “Ji Kurdistanê re Statu” hatin berzkirin.