Gelê Kurd û dostên wan li Romayê li dijî komployê meşiyan
Gelê Kurd û dostên wan ên Îtalî ku li paytext Romayê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Gelê Kurd û dostên wan ên Îtalî ku li paytext Romayê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Li paytexta Îtalya Romayê ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, meşek hat lidarxistin.
Gelê Kurd û dostên wan ên Îtalî ku li qada Piazzale Ugo la Mafa li hev civiyan, bi meşa sê saetan hatin pêşiya Komeleya Çand a Ararat.
Di tevahiya meşê de bi mîkrofona vekirî axaftin hatin kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate KIRIN
Axaftvanan destnîşankirin ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo wê azadiyê bîne erdnîgariya Rojhilata Navîn.