BI DÎMEN

Balûken: Li maseya ku Abdullah Ocalan lê be, Kurd winda nakin

Îdrîs Balûkên di mitînga Strasbourgê de axivî û diyar kir ku Rêber Apo ji bo aştî û çareseriyê 26 sal in muxatabê digere û got, “Her kes baş dizane ku li maseya ku Abdullah Ocalan lê be, gelê Kurd tu car winda nake.”

Endamê Heyeta Îmraliyê ya serdema berê Îdrîs Balûkên di mitînga Strasbourgê ya bi wesîleya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hate lidarxistin de axivî û anî ziman ku bi wêneya ku li Strasbourgê derket, komplo têk çû.

Îdrîs Balûkên bi bîr xist ku tê xwestin îradeya rêberê gelên bindest Abdullah Ocalan were şikandin û anî ziman ku komplo bi berxwedana îradeyê re ku komplogeran hesab nedikirin, hat têkbirin.

Balûken wiha berdewam kir: “Em îro careke din li Strasbourgê komployê şermezar dikin. Em konsepta şikandina îradeyê ya komplogeran şermezar dikin. Em heyecana pêvajoya nû ya Birêz Ocalan bide destpêkirin, dijîn. Silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re.

‘EM HÎNA JÎ HELWESTEKÎ LI GORÎ AŞTIYÊ NABÎNIN’

Ne tenê gelê Kurd yên wî dişopînin jî dizanin ku Rêberê Gelê Kurd 30 sal in bi heman îradeyê çareseriya aştiya demokratîk diparêze. Di 26 salên derbasbûyî de me asta samîmiyetê ku Birêz Ocalan raber kir, di muxatabên wî de nedît. Mixabin em hîna jî di wan de helwestekî li gorî aştiyê nabînin. Lê hêviya me hîna jî pir mezin e. Ji ber ku em ji muxataban zêdetir baweriya xwe bi Birêz Ocalan tînin ku 26 sal in ji bo gelê xwe di zindana 5 metreçargoşe de li ber xwe dide.

‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN MUZAKEREYÊ BÊN AVAKIRIN’

Divê ewil zimanê aştiyê ava bikin. Divê dev ji feraseta hejandina tiliyê berdin. Eger vê yekê bikin çavê me hemûyan wê di şert û mercên li Îmraliyê de be. Birêz Ocalan îradeya gelekî temsîl dike. Birêz Ocalan rêberekî rast e. Nêzîkatiya li Birêz Ocalan, nêzîkatiya li aştî, çareseriya demokratîk û pêşeroja azad e. Eger tecrîd dewam bike em ê bawerî bi samîmiyeta muxataban neynin. Divê em pergala êşkenceya Îmraliyê biavêjin çopa dîrokê. Divê em şert û merc ji bo Birêz Ocalan ava bikin ku bi azad bixebite û muzakere bike. Rêya aştiyê ji muzakereyê derbas dibe, rêya muzakereyê ji vebûna deriyên Îmraliyê derbas dibe. Eger Birêz Ocalan bibe xwedî derfeta hawirdora ku bi gelê xwe re azad biaxive, wê demê em ê bawerî bi şêwegirtina pêvajoya nû bînin.”

‘LI MASEYA KU ABDULLAH OCALAN LÊ BE, GELÊ KURD WINDA NAKE’

Li pêşiya me gelek berpirsyariyên dîrokî hene. Nêzîkatiyên sistbûn û bendewariyê mixabin wê zemîna siyasî û civakî ya pêngava ku Birêz Ocalan dixwaze bide destpêkirin, xurt neke. Em di vê rêyê de çiqas hêz kom bikin û îradeya xwe raber bikin, em ê di wê astê de encamê bigrin û bikaribin pêvajoya muzakereyê bidin destpêkirin. Ji ber vê divê tevahiya gelê me dev ji hestiyariyê bernede. Li maseya ku Birêz Ocalan lê be, gelê Kurd winda nake.

'DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’

Saziyên navneteweyî hem li dijî pergala êşkenceya li Îmraliyê, hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dikarin berpirsyariyê bigirin ser xwe û erka xwe bikar bînin. Ji bo vê jî divê em dengê xwe bigihînin van saziyan. Divê em ji bo vê têbikoşin. Divê biryara DMME’yê ya li ser mafê hêviyê demildest têkeve meriyetê. Ger van saziyan biryarek girtibe û bi cih nehatibe, divê em careke din berpirsyariya wan bînin bîra wan. Divê ev saziyên li vir dengê gelê Kurd bibihîzin. '

EM BI SAYA BERXWEDANA ÎMRALIYÊ NÎQAŞ DIKIN’

Balûken diyar kir ku îro di encama berxwedana 26 salan a li Îmraliyê de li ser pêvajoyeke nû nîqaş tên kirin û got, "Birêz Ocalan her tim digot 'hêza nîqaşê hêza çareseriyê ye'. Em çiqasî nîqaş bikin, ev pêvajo ewqas nêzî aştiyê dibe. Ji ber vê yekê divê ti kes ji nîqaşê dûr nekeve."

Mîtîng piştî axaftina Balûken bi konsera muzîkê bi dawî bû.