BI DÎMEN

Li Stockholmê komplo hate protestokirin: Di serma û seqemê de 15 km meşiyan

Di salvegera 26’an a komploya navneteweyî de ya li hemberî Rêber Apo hate kirin, li paytexta Swêd Stockholmê meş û mîtîng hate lidarxistin.

KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li hemberî Rêber Apo, mîna li Kurdistan û Ewropayê, ji aliyê Kurd û dostên wan ên li Îskandinavyayê ve jî hate protestokirin.

Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Amarayê, Kurdistanî di saetên siharê de li qada ji bo meşê kom bûn.

Rewşa hewayî herî kêm -12 bû. Tevî vê sermaya hişk jî bi sedan kes li qada meşê kom bûn û herî kêm 15 km meşiyan. Beriya meşê axaftin hatin kirin. Siyasetmedara Kurd û Hevseroka NCDK Stockholm Rûken Yetîşkîn ewilî axivî.

Rûken Yetîşkîn di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û got, “Wan berxwedana me hesab nekirin. Bi hezaran car silav ji Rêber Ocalan re ku li Îmraliyê li ber xwe dide.!”

Rûken Yetîşkîn destnîşan kir ku ew li pişt Rêber Apo ne û wiha got: “Ji Tişrînê heta Zapê, ji zindanan heta kolanan berxwedana gelê Kurd didome û em ê bi ser bikevin. Li hemû Rojhilata Navîn jiyana bi rûmet, wê bi felsefeya rêya 3’yemîn a Ocalan zindî bibe.”

Li ser navê Meclîsa Jinan a Amarayê, Ayşe Dîdar bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîdê û got, “Em azadiya Ocalan dixwazin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û gelê Kurd dikin ku ji bo siberojeke ronahiyê, bibin yek.”

Piştî axaftinan, girse kete nava liv û tevgerê û tevî sermaya hişk jî qasî 15 km meşiya.