Meşa Dirêj a ji bo 2 rojan ku li bajarê Bordeaux ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de hate destpêkirin, bi mitînekî bi heybet bi dawî bû. Beşdarbûn ji bajarên Bordeaux, Toulous, Rochefort û Libourne ji bo meşa ku her sal ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî tê lidarxistin, hatin kirin.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de daxuyaniyên bi zimanê Kurdî, Fransî û Tirkî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bivê nevê ye.
Meşa ku roja ewil bi beşdarbûna 150 kesan destpê kir, di roja dawî de bi beşdarbûna zêde ya gel bi dawî bû. Çalakvanan bi meşekî bi heybet ber bi qada mitîngê ve meşiyan.
Di dema meşê de danezanên derbarê pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hatin belavkirin û daxwazên gelê Kurd li raya giştî ya Fransayê re hat ragihandin.
Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re Azadî” hate berzkirin û helwesta bi biryar û bawer a çalakvanan balê kişand.
Siyasetmedar Alî Haydar di qada mitîngê de axivî. Haydar Komploya Navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku wê êdî tu hêz nikaribe Rêber Apo li pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bigre. Haydar diyar kir ku fikrên Rêber Apo êdî belavî hemû cîhanê bûye û got: “Rêber Apo divê êdî azad bibe. Tevahiya gelê me divê li dora azadiya Rêber Apo hemû erk û berpisyariyên xwe li her derê pêk bîne.”
Meş û mitîng bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.