Ji Konseya Neteweyî ya Betnahrînê daxuyaniya 15’ê Sibatê

Konseya Neteweyî ya Betnahrînê destnîşan kir ku heta azadiya Rêber Apo û statuya gelên Mezopotamyayê neyê naskirin wê aştî û demokrasî neyê Rojhilata Navîn.

Konseya Neteweyî ya Betnahrînê (MUB) têkildarî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyekî nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em li ser navê Konseya Neteweyî ya Betnahrînê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hêviyên azadiyê silav dikin.

Di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya hêzên navneteweyî li paytexta Kenya yê welatê Efrîkayê bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin têkoşîna azadiya gelan tasfiye bikin. Bi temamî 26 sal in bi tena serê xwe li hucreyekî li greva Îmraliyê li dijî konsepta şerê taybet bi felsefeya jiiyana hevpar a gelan, ji bo pêkanîna aştiyê têdikoşe.

Armanca Komara Tirkyeyê ku tecrîdekî giran pêk tîne, qutkirina girêdaniya xurt a di navbera Birêz Abdullah Ocalan û gelan de ye. Ji ber vê jî li dijî Birêz Ocalan hiqûqa dijminatiya taybet pêk anîn. Hemû rêbazên ku hatin pêkanîn, bi berxwedana ji derve û bi helwesta li zindana Îmraliyê di asteke mezin de hate têkbirin û bi geşedanên nû yên Rojhilata Navîn lêgerînên çareseriyê jî hatin rojevê.

Ji ber ku hêzên statukoparêz demokratîkbûn û daxwazên gelan ên azadiyê qebûl nakin, dixwazin sîstemên xwe yên tundî, çelexwarî, mufredatên perwerdehiyê yên asîmîlasyonîst, şêlînker û stratejiya yek neteweyî bidomînin. Nakokiyên di navbera hêzên kurevî û statukoparêzên Rojhilata Navîn rê li ber pevçûneke bixwîn vekiriye.

Birêz Abdullah Ocalan li ser navê gelên bindest û kedkaran ji bo pêşî li karesatên nû bigire, bi kedeke mezin paradîgmayeke nû pêş dixe. Fikir û çareseriyên ku daxwazên demokratîk û azadîxwaz ên gelan tîne ziman, bingeha jiyana hevpar diafirîne û wê xizmetê ji aştiya Rojhilata Navîn re bike.

Li gel hilweşîna rejîma BAAS’ê zêxtên li ser etnîk, bawerî û nasnameyên cuda jî kêm bûne û têkildarî vê yekê derfetên jinûveavakirina herêma me jî zêde bûne.

Dem hatiye ku em hemû qanûnên bingehîn ên nîjadperest û paşverû yên hemû welatan tasfiye bikin û peymanên civakî yên nû yên ku jiyana gelan esas digirin, amade bikin. Bi temînata jiyana azad û wekhev ya ji bo hemû nasname û cudahiyan re dê talûkeyên şer û qirkirinê jî ji holê rabin.

Em weke Konseya Neteweyî ya Bethnahrinê piştgiriyê didin hewlên Birêz Ocalan yên têkildarî jiyana aşitiyane û demokratîk. Her wiha em têkoşîna li seranserê cîhanê ya ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan û rakirina astengiyên li pêşiya fikrên aşitiyê silav dikin.

Ji bo ku em li Rojhilata Navîn dawiya dîktatorên satatukoparêz û faşîst bînin û  aşitiyêpêk bînin, divê em weke gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn destên hev bigirin.

Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan ku dostê hêja yê gelê Suryanî (Asûrî-Keldanî-Aramî) û parêzvanê jiyana hevpar e em bang li  raya giştî ya cîhanê, sazîyên cîhanê yên eleqedar, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Dêran a Cîhanê û Vatîkanê dikin ku pêngavan biavêjin. Heya ku azadiya Birêz Ocalan neyê dabînkirin û statuya gelên Mezopotamyayê neyê naskirin, ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn aşitî û demokrasî  werin pêkanîn.