Li Moskowayê komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
Li peytexta Federasyona Rûsyayê li Moskowayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ku 1999’an de li dijî Rêber Apo pêk hat, civînek hat lidarxistin.
Li peytexta Federasyona Rûsyayê li Moskowayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ku 1999’an de li dijî Rêber Apo pêk hat, civînek hat lidarxistin.
Di civînê de ku li avahiya Mala Kurda ya Moskowayê de hat lidarxistin gelek kes hazir bûn.
Civînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên rêya azadiyê destpê kir.
Seroka Rêxistinên Jinên Kurd a Moskowayê “Viyan” Tara Qadir di civînê de axivî û behsa armancên komployê kir û diyar kir ku dewletên komploger negihîştin armanca xwe.
Qadir her wiha got: "Em azadî û aramiya li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibînin."
Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.