BI DÎMEN

Komploya 15’ê Sibatê li Berlîn û Erfurtê hat protestokirin

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li paytext Berlîn û Erfurtê hat protestokirin û hat diyarkirin ku Rêber Apo û gelê Kurd bi fikir, pratîk û têkoşîna xwe Komploya Navneteweyî pûç kirin.

Salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li paytexta Elmanya Berlîn û Erfurtê hat protestokirin.

BERLÎN

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Dest Dan-Meclisa Jinan a Hêvî û Nav-Berlînê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li qada Hermannplatz a paytext Berlînê li hev civiyan û heta qada Oranienplatzê meşiyan.

Di daxuyaniyên beriya meşê de wiha hat gotin, “Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komploya navneteweyî de radestî Tirkiyeyê hat kirin û 26 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Tevî ku Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vê tecrîdê weke êşkence pênase dikin jî, Tirkiye û saziyên navneteweyî li hemberî vê rewşê gavên cidî neavêtine. Tevî gavên Ocalan ên ji bo çareseriya aştiyane ye jî Elmanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê, piştgirî didin polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Em bang li hikumeta Elman, YE û NY’ê dikin ku berxwedana gelê Kurd nayê şikandin û em azadiya Rêber Apo dixwazin.”

Li ser navê Meclisa Jinên Êzidî ya Berlînê Nûrê Alkiş axivî û got, “Rêber Apo bi fikir, pratîk û têkoşîna xwe komploya navneteweyî pûç kir. Em Rêber Apo, têkoşîn û berxwedana wî silav dikin. Em berxwedêrên li Rojava û kesên di berxwedana Wanê de cih girtine silav dikin. Weke ku şehîdên me gotin hûn nikarin roja me tarî bikin û em di şexsê şehîdên xwe de silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”

Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Sara Rojbîn Ronahî Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

ERFURT

Li bajarê Erfûrt ê Elmanyayê gelê Kurd û dostên wan komploya navneteweyî protesto kirin û azadiya Rêber Apo xwestin.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku komplo di şexsê Rêber Apo de bi rengê tecrîd, êrîşên qirkirinê û desteserkirina mafan didome û hat destnîşankirin ku ew ê têkoşîna ji bo çareseriya aştiyane û daxwaza azadiya Rêber Apo bidomînin.