Kurdistanî û dostên xwe li Halle Saaleyê Newroz pîroz kirin
Li bajarê Halle Saale yê Elmanyayê Cejna Newrozê bi beşdarbûna hezaran kesî bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li bajarê Halle Saale yê Elmanyayê Cejna Newrozê bi beşdarbûna hezaran kesî bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Şahî roja Yekşemê li Parka Halle Sud hate lidarxistin û Kurdistaniyên ji çar perçeyên Kurdistanê û dostên xwe bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Rêber Apo’’ berê xwe dan qada şahiyê.
Şahî bi merasîma rêzgirtinê destpê kir û piştre têkildarî girîngiya Cejna Newrozê ya ji bo gelê Kurd axaftin hatin kirin.
Hevserokê Kon-Med’ê Kerem Gok diyar kir ku gelê Kurd Cejna Newrozê bes ne weke şahiyekê di heman demê de weke sembola azadî û berxwedanê pîroz dike. Gok bal kişand ser pergala tecrîdê ya Îmraliyê û ji bo bidawîbûna şer û avakirina civakeke demokratîk bang kir.
Hevserokê Fed-Kurd’ê Menderes Cenbeg jî bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a bi sedsalan û destnîşan kir ku wê li hemberî hewlên bişaftinê yên hêzên dagirker têkoşîn dewam bike û got: ‘’Me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda û ji niha şûnde jî em ê Cejna Newrozê weke cejna berxwedanê pîroz bikin.’’
Şahî bi stran û gerandina govendên geş heya derengiya şevê dewam kir.