Li Ewropayê coşa Newrozê: Em li dora Rêber Apo kom bibin
Kurd û dostên wan ên li Ewropayê li gelek navendan Cejna Newrozê pîroz kirin.
Kurd û dostên wan ên li Ewropayê li gelek navendan Cejna Newrozê pîroz kirin.
Li gelek navendên Ewropayê Newroz bi coş hat pîrozkirin.
MULHOUSE
DKTM Mulhouse û DKTM Strasbourgê li bajarê Mulhouse yê Fransayê Newroz pîroz kirin. Salona şahiyê bi posterên Rêber Apo û wêneyên şehîdên azadiyê hat xemilandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana gerîla“ û “Bijî berxwedana Tişrînê” hatin berzkirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir û peyama KCK'ê ya Newrozê bi Kurdî û Tirkî hat xwendin. Peyaman KCK’ê ji hêla beşdaran ve bi coş hat pêşwazîkirin. Di peyama KCK’ê hat diyarkirin ku Newroz sembola berxwedan û azadiya gelê Kurd e. KCK'ê daxuyand ku Newroz bi hezaran sal in ji aliyê gelê Kurd ve weke cejneke berxwedanê ya li dijî dagirkeran tê pîrozkirin. Di peyamê de bal kişand ser gotina Rêber Apo ya “Heta Newroz hebe gelê Kurd wê têk naçe” û hat gotin ku cejin tê wateya yekîtî û azadiyê. Di peyamê de hat destnîşankirin ku têkoşîna ku PKK'ê bi ruhê Newrozê daye destpêkirin, bûye bingeha yekîtiya neteweyî, Mazlûm Dogan wekî Kawayê Hemdem derbasî dîrokê bûye û bîranîna şehîdan wê bên jiyandin. Her wiha hate diyarkirin ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo asoyeke nû li Newroza îsal zêde kir û banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hat kirin.
Piştî peyama KCK'ê sînevîzyona li ser Mazlûm Dogan hatibû amadekirin hat pêşandan. Di sînevîzyonê de hat destnîşankirin ku vejîna ku bi Mazlûm Dogan dest pê kir bi Newrozê veguherî çanda berxwedanê û ev çanda vejînê Tevgera Azadiya Kurd û şoreşa Kurd afirand.
FAYSAL SARIYILDIZ: BANGA RÊBER APO YEKÎTIYÊ XURTIR KIR
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz weke axaftvan beşdarî çalakiyê bû, banga Rêber Apo ya "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxand û got: “Ev bang rê li ber destkeftiyên mezin ên gelê Kurd vekir. Sedema din a vê bangê jî têkoşîna ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêberê xwe dide ye. Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de behsa aştiya bi rûmet kir, îro hemû gelê Kurd li dora Rêber Apo kom bûne.”
Piştî axaftinan hunermend Zarîfe Zêrîn, Peywan Arjîn, Kewê û Îbo Qamişlo derketin ser dike, bi kilam û stranên xwe beşdaran coşandin. Koma Govendê ya Komîsyona Çandê ya DKTM ya Strasbourgê jî performansa ji gelek herêmên Kurdistanê pêşkêş kir.
ERFURT
Newroza 2025’an li bajarê Erfurt ê Elmanyayê hate pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre peyama Newrozê ya Rêber Apo hat xwendin. Di şahiyê de agir hat pêxistin û li dora agir govend hat gerandin.
HAMBURG
Cejna vejîna neteweyî ya gelê Kurd Newroz li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi beşdariya hezaran bi coş hat pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê saet di 13:00 de li salona Phonix a taxa Harburgê, bi xwendina sirûda neteweyî ya Kurdî "Ey Raqîb" destpê kir.
Piştre siyasetmedar Selma Irmak axivî û got: “Bi banga Rêber Apo pêvajoyeke nû destpê kir. Têkoşîna me neqediya ye. Em ê têkoşîna xwe ji niha şûnde li ser zemîna siyaseta demokratîk bimeşînin. Gelê Kurd girêdayî Rêberê xwe ye. Ev Newroz bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Kurdistaniyan li ber stranên hunermendê TEV-DEM'ê Ozan Ûmût govend gerandin. Koma folklorê ya Koma Sîpan Amara ya ku ji zarok û ciwanan pêk dihat hunera xwe pêşkêş kirin.
Nûnerê MLKP'ê yê Hamburgê jî di pîrozbahiyê de axivî û Cejna Newrozê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Pîrozbahiya Newrozê bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê heta saetên dereng dom kir.
RENNES
Bi hezaran Kurdistanî li Parc des Gayeulles a bajarê Rennes ê Fransayê li hev civiyan û Newroz bi coş pîroz kirin. Ji Fransayê jî gelek aktîvîst û nûnerên saziyên dost jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de azadiya Rêber Apo û berxwedana gelê Kurd li pêş bû. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî berxwedna PKK’ê”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî Rêber Apo” hatin berzkirin. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat di pîrozbahiyê de axivî.
Polat diyar kir ku serketin bi têkoşînê ve girêdayî ye û got: “Eger em têbikoşin em ê bigihêjin azadiya xwe. Heta Rêbertiya me azad bibe wê ev têkoşîna me bidome. Em hem ji şer û hem jî ji aştiyê re amade ne!”
Hunermend Helbest Arî, Koma Jiyan Arjîn, Lezgîn Çîmen, Sevda û Sabir Peker bi stranên xwe beşdaran coşandin. Beşdaran li ber stranan govenda gerandin.
STUTTGART
Bi hezaran Kurdistaniyên li qada Schiller a Stuttgartê hatin ba hev û Newroz pîrozkirin. Bi hezaran Kurdistaniyan alên Rêber Apo, PKK, KCK, YPJ û YPG’ê hildan û bi yek dengî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin, azadiya Rêber Apo azadiya me ye.
Piştî axaftinan hunermend Birhat Kurdî, Garîp Nûrhak, Koma Jiyan, Nûarîn, Xemgîn Bîrhat û Koma Devran derketin li ser dikê.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
REIMS
Li bajarê Reims ê Fransayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî şahiye bûn. Di şahiyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di şahiyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hunermend Hozan Kanî Bilal û Amara Kurdê Êzidî derketin li ser dike.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
BERLIN
Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên Elman beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Kurdistaniyên ku danê sibehê li qada Berlin Oranienplatzê li hev civiyan, bi cilên xwe yên gelêrî ber bi qada Newrozê ve herikîn. Di qada newrozê de standên agahdarkirinê û standên xwarin û cilan ku çanda Kurd vedibêje hatin danîn.
Di pîrozbahiyê de siyasetmedarên weke Nilufer Koç, Huseyîn Yilmaz, Hevseroka Med- Kurd a Rojhilatê Elmanyayê Seyran Bîlen û ji Partiya Çep a Die Linke ya Elmanyayê Ferhat Koçak axivîn.
Hunermend Ozgur Işik, Kawa Ûrmîye, Binevş Cizîri, Soner Tepelî, Neshwan Harikî, Koma Soran, Koma Zarokan û Koma Govendê derketin ser dîkê.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo, Jin Jîyan Azadî” û gerandina govendê heta saetên dereng dewam kir.
MARSILYA
Li bajarê Marsilya ya Fransayê pîrozbahiyên Newrozê bi tevlîbûn û coşekî mezin hatin pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda ên Başûrê Fransayê hatin, ji saetên siharê ve li qada Newrozê li hev civiyan û Newrozê pîroz kirin.
Pîrozbahî bi sirûda Ey Reqîp ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê ku qadê tijî kir, piştî rêzgirtinê bi dirûşmeyên bi coş agirê Newrozê vêxist.
Di pîrozbahiyên vê salê de daxwazên rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî derket pêş. Di qadê de pankarta “Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Aşitî” balê kişand û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindana” ve “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Di pîrozbahiyê de peyamên piştevaniyê ya bi gelê Kurd re derket pêş. Gelek dostên Kurdan li ser dîkê axivîn û destnîşankirin ku têkoşîna gelê Kurd ji bo wan çavkaniyekî mezin ê îlhamê ye. Nûnerên Le Collectif Solidarité Kurdîstan, Partiya Komunîst û Ekolojîst û siyasetmedar Joel Duto, Said Ahamada, Sebastien Delogue ve Jeremy Bacchi axivîn. Axaftvanan têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd silav kirin û xwestin Newroz bibe wesîleya aşitiyê.
Siyasetmedar Kemal Aktaş jî axivî û diyar kir ku azadiya Rêber Apo ji bo aşitiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê firsendekî ye.
Piştî axaftinan Hozan Menal, Hozan Arhat, Hozan Dîlber ve Engîn Xelîkan derketin ser dîkê û girseyê li ber stranan govendê gerandin.
WIESBADEN
Li bajarê Wiesbaden ê Elmanyayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Hevseroka FCDK KAWA Kerîme Botanî, Hevserokên Civaka Azad a Mainzê Emîne Ay û Mazlûm Roj tevlî şahiyê bûn.
Di şahiyê de Mazlûm Roj axivî û bal kişand bi ser girîngî û wateya Newrozê. Roj îşaret bi banga Rêber Apo kir û banga li dorî paradîgmaya Rêber Apo bibin xelek kir.
Şahî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û gerandina govendê bi dawî bû.