BI DÎMEN

Amadekariyên ji bo Newroza Frankfurtê hatin lezkirin

Civaka Kurd ku li Elmanyayê dijî, dest bi amadekariyên cejna Newrozê ku wê di 29’ê Adarê de li Frankfurtê bê lidarxistin kir.

Xwebeşxşên ku di lokala komaleyekî li Bergstraße-Bensheim a li başûrê eyaleya Hessenê de li hev civiyan, ji bo pîrozbahiyê dest bi amadekariyên dawî kirin.

Di dema civîna amadekariyê de banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan hat kirin.

Endamên meclîsên herêmî ku amadekariyan organîze dikin, destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd nîşaneya azadî û berxwedanê ye.

Tê payîn ku pîrozbahiya li Frankfurtê bi coş û tevlîbûneke zêde were kirin. Hate diyarkirin ku di çarçoveya bernameyê de muzîka Kurdî ya gelerî, lîstikên gel û çalakiyên çandî cih bigirin.