Li Kopenhagê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li navçeya Skovlunde ya paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdan bi coş Newroz pîroz kirin.
Li navçeya Skovlunde ya paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdan bi coş Newroz pîroz kirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên meclîsê bi Kurdî û Danîmarkayî axivîn û destnîşan kirin ku Newroz cejna azadî û berxwedanê ye.
Di axaftinan de hate bibîrxistin ku berê li Kurdistanê Kurdî hate qedexekirin û hewl hatiye dayîn ku Newroz bê jibîrkirin. Hat diyarkirin ku PKK di encama têkoşînê de gihiştiye van rojan. Di axaftinan de xwedî li banga Rêber Apo derketin û azadiya wî ya fîzîkî hate xwestin.
Qala Rojava jî hate kirin û hate ragihandin ku divê yekîtiya neteweyî were xurtkirin.
Li ser navê Partiya Yekîtiyê ya Danîmarka Îbrahîm Benlî axivî. Îbrahîm Benlî diyar kir ku Newroz tenê destpêka Biharê nîne, di heman demê de sembola têkoşîna azadiyê ye û bang kir ku hêzên navneteweyî jî piştgirî bidin projeya Rêber Apo.
Şahî bi performansa koma folklorê ya Arîn Mîrkan û stranên hunermend Hozan Fîgen, Agrîn Azad, Rêzan Şîrvan, Beser Şahîn, Hozan Comert û Hêrsh Hawramani dewam kir.
Şahî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo, bijî yekîtiya gelan” bi dawî bû.