BI DÎMEN

Li Sydney agirê Newrozê hat pêxistin

Li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a bajarê Sydney ê Awûstralyayê Newroz hat pîrozkirin. Ji çar parçeyên Kurdistanê gelek kes beşdarî pîrozbahiya li vir bûn.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Sydneyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevserokê DKTM'ê Tîmur Tatwan, bal kişand ser girîngiya Newrozê.

Hevserokê Federasyona Civakên Kurd a Demokratîk a Awûstralya Brûsk Ayverî, jî diyar kir ku gelê Kurdistanê ji Amedê heta Urmiyê û ji Qendîlê heta Qamişloyê bi mîlyonan xwedî li banga Rêber Apo derketine û silav kirine. Avyerî got, “Em weke Kurdistaniyên li Awûstralyayê dijîn Newroza Rêber Apo pîroz dikin û diyar dikin ku ji bo xurtkirina pêngava azadiyê em ê bi hesta berpirsyariyê tevbigerin.”

Peyama Rêber Apo ya salên bihurî ya Newrozê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin. Girseya gel heta saetên dereng li dora agirê Newrozê ku ji aliyê 4 jinên ji çar parçeyên Kurdistanê ve hat pêxistin, bi gerandina govendê pîroz kirin.