Li Hollandayê Newroz hat pîrozkirin
Li herêma Rijswijk a bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya DEM-NED û YJK-H’ê Newroz pîrozkirin.
Li herêma Rijswijk a bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya DEM-NED û YJK-H’ê Newroz pîrozkirin.
Bi hezaran Kurdistanî beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşmeya “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” hat lidarxistin, bûn.
Beşdaran Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo silav kirin û bal kişandin ser girîngiya Newrozê. Di pîrozbahiyê de daxwazên azadî û aştiyê derketin pêş.
Hunermend Mûrat Yapiştiran, Alî Dildar, Seyda Perînçek û Bermal Çem bi stranên xwe beşdaran coşandin û Koma Govendê jî hunera xwe pêşkêş kir. Pîrozbahî bi muzîk û govendên gelêrî dewam kir û peyamên yekîtiyê hatin dayîn.
Parlamentera Partiya Karkeran a Hollandayê Katî Pîrî jî beşdarî pîrozbahiyê bû û peyama hevgirtinê da. Parlamenter diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî ji bo çareseriyên aştiyane zêdetir berpirsyariyê bigire ser xwe.
AYDAR: DIVÊ DEWLET PÊŞIYA AŞTIYÊ VEKE
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser daxwaza gelê Kurd a aştî û çareseriya demokratîk. Aydar têkildarî Banga Aştî û Civaka Dmeokratîk a Rêber Apo ev tişt anî ziman: "Divê dewlet guh bide vê bangê û pêşiya aştiyê veke.”
Aydar diyar kir ku Newroz cejna berxwedan û azadiyê ye û bi bîr xist ku gelê Kurd têkoşîna xwe ya azadiyê bi biryardarî didomîne.
Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Newroz pîroz be" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.