Li Melbourneyê mihrîcana Newrozê hat lidarxistin

Li bajarê Melbourneyê ya Awûstûralyayê mihrîcana Newrozê hat lidarxistin. Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo mihrîcanê li Parka Reserve Coburgê hatin cem hev.

Kurdistaniyên di saetên serê sibê de hatin qada mihrîcanê kon vedan û heta saetên êvarê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Parlamenterê Partiya Karkeran a Federal Peter Khalîl û Parlamentera Partiya Keskan Samantha Ratnam li ser girîngiya Newrozê axaftin kirin. Piştre Koma Folklorê ya Navkurê performansa govendê pêşekêş kir. Di çalakiyê de koma dansê ya gel a Rûsyayê jî derket ser dikê.

Yek ji cihên herî bal kişand konê Done Bagdaş bû. Done Bagdaş di bin kon de bi çêkirina tev û xalîçeyê çanda kevnar a Kurdan zindî dihêle.

Coşa mihrîcanê bi konsera Zozan Nûdem Newroz gihîşt lûtkeyê. Mihrîcan bi gerandina govenda li dora agirê Newrozê bi dawî bû.