BI DÎMEN

Li Brukselê di parka dîrokî de pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin

Li paytexta Belçika Brukselê îsal Newroz bi şîara “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bi awayekî bi coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li parka Cinquantenaire ya ku di 1880’an de ji bo 50’emîn salvegera serxwebûna Belçikayê hatiye avakirin, hat pîrozkirin.

Li pêş Peykera Serxwebûnê dikek hate danîn û li sehnê wêneyê Rêber Apo ya vê dawiyê û pankarta “Newroz Pîroz Be!” hate daliqandin.

Serê sibehê ve bi sedan kes bi cilên xwe yên herêmî û alên PKK, PJAK, YPG, YPJ û TJK-E’yê qadê dagirtin.

Pîrozbahî bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi stranên hûnermend Xelîl Sadiq coşa Newrozê gihîşt lutkeyê.

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs di axaftina ku li pîrozbahiyê de kir balkişand ser girîngiya Newrozê û bangawaziya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bibîr xist.

Karamûs got, “Ji bo destê Rêber Apo xurt bikin, barê wî sivik bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin divê hîn zêdetir têbikoşin.”

Pîrozbahî bi agirê Newrozê re gihîşt lutkeyê. Pîrozbahî bi tevlîbûna hûnermendên wek Berîvan Turhan, Alî Jiyan û Mustafa Altun re bi dawî bû.