Trump: Îsraîlê mercên agirbestê yên 60 rojî qebûl kir
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku Îsraîlê şertên agirbesta 60 rojî ya li Şerîda Xezeyê qebûl kiriye û bang li Hamasê kir ku vê 'pêşniyara dawî' qebûl bike.
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku Îsraîlê şertên agirbesta 60 rojî ya li Şerîda Xezeyê qebûl kiriye û bang li Hamasê kir ku vê 'pêşniyara dawî' qebûl bike.
Serokê DYE'yê li ser platforma Truth Socialê got, "Nûnerên min îro bi Îsraîliyan re li ser mijara Xezeyê civîneke dirêj û berhemdar pêk anîn."
Donald Trump got, "Îsraîlê mercên pêwîst ên ji bo pêkhatina agirbesta 60 rojî qebûl kir. Di nava vê pêvajoyê de ji bo bidawîkirina şer em ê bi hemû aliyan re bixebitin."
Trump bi dewamî got, "Ji bo tevkariyê li aştiyê bikin gelek Qeterî û Misrî hene, ku wê vê pêşniyara dawî pêşkêş bikin." Trump got, "Ji bo başiya Rojhilata Navîn pêşniyarê li Hamasê dikim ku vê peymanê qebûl bike, ji ber ku ev rewş wê sererast nebe, TENÊ WÊ NEBAŞ BIBE."