BI DÎMEN

Li Bernê banga avakirina xeta berxwedanê ya li dijî faşîzmê hat kirin

Li Bernê ji bo piştgiriya berxwedana li Tirkiyeypê ya li dijî faşîzma çalakî hat lidarxistin û peyama “Niha ji bo avakirina xeta berxwedanê derfet derketiye holê. Heta ku faşîzm hilweşe wê berxwedana me bidome” hat dayin.

Ji bo piştgirîkirina çalakiyên protestoyî yên ku piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û tayînkirina qeyûmên li şaredariyên CHP'ê li bajarên Tirkiyeyê hatine destpêkirin, li bajarê Bernê yê Swîsre çalakî hat lidarxistin. Sazî û pêkhateyên şoreşger ên Kurdistanî û Tirkiyeyê li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li Bahnhofplatzê hatin ba hev.

Li ser navê ADGB'ê Tûncay Yilmaz axivî û serhildana gel a li dijî polîtîkayên zextê yên rejîma AKP-MHP’ê li bajarên Tirkiyeyê bi rojane tên lidarxistin silav kir.

Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê ya ADGB'ê ya bi Elmanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk firsendeke girîng pêşkêşî hemû gelên herêmê kir û hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di polîtîkayên faşîzm, şer û dijbertiyê de israr dike.

Di daxuyaniyê de hat bîrxistin ku stratejiya tirsandin û parçekirina muxalefetê ku bi desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Wan, Dersim û Esenyurtê dest pê kir, bi operasyonên nû û girtinan didome û wiha hat gotin: "Tifaqa Cûmhûr a faşîst a ku nekarî di hilbijartinê de muxalefetê têk bibe, hewl dide bi terora polîsan û darazê muxalefetê teslîm bigire.”

Di daxuyaniyê de ku bertek nîşanî krîmînalîzekirina stratejiya lihevkirina bajaran hat dayin û hat diyarkirin ku AKP hewl dide tirs û xitimandina dijî bi zext û zordariyê derbas bike.  Daxuyanî wiha dom kir: “Divê em dengê bi sed hezaran parêzvanên aştî, demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê yên li dijî hikûmetên dijdemokratîk, mêtinger, şerker û qetlîamker li kolanan bidin bihîstin. Rawestandina faşîzm û polîtîkayên şer tenê bi têkoşîna hevpar a hêzên aştî û demokrasiyê pêkan e. Em hem li Tirkiye hem jî li Ewropayê li her qadê li dijî faşîzm û polîtîkayên şer dakevin qadan û dengê berxwedêran û têkoşînê mezin bikin."

Piştre siyasetmedar Nejdet Atalay axivî û anî ziman ku gelê Kurd bi salan e bi polîtîkayên faşîzmê re rû bi rû ye û got: "Vîna gelê Kurd ji aliyê qeyûman ve hatiye desteserkirin, siyasetmedarên wan hatine girtin û sirgûnkirin. Em ji berê de dibêjin, eger em faşîzmê ji Kurdistanê dernexin wê seranserê welat dorpêç bike. Jinên Kurd bi ruhê Rindêxanan, ciwanên Kurd jî bi ruhê Mazlûman li ber xwe didin. Niha faşîzmê seranserê welat dorpêç kiriye. Gelê Kurd serî netewand û çareserî li ser faşîzm ferz kiriye. Niha derfeta avakirina xeta berxwedanê derketiye holê. Em bi jin, xwendekar û şoreşgerên li ber xwe didin re ne. Heta ku faşîzm hilweşe wê berxwedana me bidome.”