BI DÎMEN

Li Londonê Newroz bi coş û girseyî hate pîrozkirin

Pîrozbahiya Newrozê ya li Londonê bi beşdariya zêdeyî 10 hezar kesî pêk hat. Di pîrozbahiyê de peyama 'Rêbertiya Azad, Jiyana Azad' hate dayin.

PÎROZBAHIYA NEWROZÊ

Li paytexta Îngilistan Londonê, Newroz îsal bi dirûşma 'Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin' li Finsbury Parkê pêk hat û zêdeyî 10 hezar kes tevlî bûn. Ji 7 heta 70 salî Kurdistanî herikîn qada Newrozê. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, wêneyên Rêber Apo, Mazlûm Dogan û şehîdên Newrozê li qada Newrozê hatin daliqandin. Her wiha gelek saziyan jî standên xwe li qada pîrozbahiyê danîn. Jinan kincên neteweyî, ciwanan jî kincê gerîla li xwe kirin û Newroz xemilandin.

Ji bajarên Exeter, Liverpool û Brightonê gelek mirov tevlî Newroza li Londonê bûn.

Li qadê dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'PKK gel e, gel li vir e', 'Bijî berxwedana Tişrînê', 'Gerîla', 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bê Serok jiyan nabe' hatin qîrîn û govend hate gerandin.

Di pîrozbahiyê de li nirxandinên berê yên Rêber Apo yên li ser Newrozê hate guhdarîkirin.

Hunermend Memozan, Mervan Şan, Yelda Abbasî, Koma Çarnewa û Koma Govendê ya Teşî hunera xwe pêşkêş kirin.

Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê Saît Sûrûç û Songul Maraş di destpêka pîrozbahiyê de axivîn û gotin, "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin em ê nesekinin. Em Apoyî ne, serê me bilind e. Em li ser rêya Serok Apo fedaî ne."

Siyasetmedarê Kurd Ercan Akbal jî got, "Divê dewleta Tirk bi vê zanibe ku ji bo jiyana azad, Rêberê azad e. Azadiya Rêber Apo ji bo me hinceta jiyanê ye, xeta me ya sor e."

Her wiha peyamên Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Ciwanan a Şoreşger, tevgerên Kurdistanî, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, MLKP û Girtiyan hate parvekirin.

Şaredarê Haringeyê Peray Ahmed û Şaredarê Enfieldê Ergîn Erbîl jî li ser dikê axivîn, Newroz pîroz kirin.

MAZLÛM EBDÎ: AZADÎ YA GELÊ ME YE

Fermandarê Giştî yê QSD'ê General Mazlûm Ebdî jî peyamek ji Newroza li Londonê re şand. Ebdî got, "Newroz ne tenê cejnek e, di heman demê de nîşaneya îrade û berxwedanê ye. Gelên bindest di herikîna dîrokê de bi îradeya xwe ya azad nîşan dan ku rejîmên herî zordar jî dikarin hilweşînin."

Mazlûm Ebdî bi dewamî got, "Ti gel heta ku gel hemû azad nebe, ti carî bi temamî azad nabe. Çawa ku têkoşîn û jiyana me bandorê li hinekan dike, azadî û demokrasiya me jî wê li herêmê û cîhanê deng vede. Ji ber vê yekê bi hişmendiya vê berpirsyariya dîrokî divê em tevbigerin, heta ku bigihêjin armanca xwe têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin."

Mazlûm Ebdî herî dawî bi navê QSD û fermandar û şervanên YPJ'ê Newroz li gel pîroz kir û got, "Bi ruhê Newrozê, bi coşa berxwedan û serketinê we silav dikin. Serketin a me ye. Azadî ya gelê me ye."

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî Newroz pîroz kir.

CORBYN: DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE

Parlamenterê Islingtonê Jeremy Corbyn jî got, "Yek ji sedemên herî girîng ên hebûna me ya li vê derê peyama Birêz Abdullah Ocalan e. Beriya niha gelek caran me ji vê derê banga azadiya wî kir û em vê banga xwe dubare dikin. Divê Abdullah Ocalan azad bibe. Divê bi demokrasiyeke rasteqîn piştgirî ji banga wî ya demokratîk re bê dayin û li her devera Kurdistanê hemû girtiyên siyasî azad bibe."