BI DÎMEN

Li Exeterê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarê Exeter ê Îngilistanê Kurdan û dostên wan li cadeya herî qelebalix a bajêr agir vêxistin û Newroz pîroz kirin.

Bi banga Komuna Civaka Kurd a Devon re li bajarê Exeter Kurdan û dostên wan agir vêxistin û Newroz pîroz kirin. Kurdistanî li cadeya herî qelebalix Sidwel hatin ba hev û agir vêxistin.

Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Kurdistaniyan li dora agir govend gerandin.

Flamayên Rêber Apo hatin hildan. Di axaftinan de xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo derketin. Îngilizan eleqeyeke zêde nîşanî şahiyê dan.