BI DÎMEN

Nobeda Azadiyê di hefteya 681’ê de ye

Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 14 sal in li Strasbourgê dewam dike, bi koma ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê dewam dike.

NOBEDA AZADIYÊ

Çalakiya ku 25’ê Hezîrana 2012’an bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi pêşengiya ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re’ destpê kir, dewam dike.

Çalakî li qadeke welê tê meşandin ku saziyên Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Kommîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê lê ne. Nobedarên hefteya 681’ê Azîz Aslan, Hasan Înce û Hatîp Bîlen ên ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê ne.

Bi navê koma çalakger daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Armanca nobedê şermezarkirina komploya navneteweyî ye ku sala 1999’an li hemberî Rêber Apo hate kirin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Gelê Kurd alîgirê wê yekê ye ku pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk, aştiyane û exlaqî çareser bibe. Lewma em bang li raya giştî ya cîhanê, Konseya Ewropayê, komeleyên mafên mirovan, CPT û Neteweyên Yekbûyî dikin; piştî perspektîfa 27’ê Sibateê PKK’ê dawî li têkoşîna çekdarî anî û feraseta têkoşîna siyasî danî holê. PKK’ê kongreya xwe civak û biryara fesixkirinê da. Lê belê li hemberî van pêngavan dewleta Tirk gavek neavêtiye. Heta ku Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane û bi rûmet çareser bibe, em ê çalakiya xwe dewam bikin. Weke Kurdistanî em dostên xwe hemûyan silav dikin.”