Dadgeha Gelan a Rojava dewleta Tirk sûcdar dît
Di rûniştina biryarê ya Dadgeha Gelan a Rojava de, şandeya dadgehê ragihand ku wan sûcên şer ên dewleta Tirk, sûcên li dijî mirovahiyê, êrîşên wê yên qirkirin û dagirkeriyê tespît kirine.
Di rûniştina biryarê ya Dadgeha Gelan a Rojava de, şandeya dadgehê ragihand ku wan sûcên şer ên dewleta Tirk, sûcên li dijî mirovahiyê, êrîşên wê yên qirkirin û dagirkeriyê tespît kirine.
Li paytexta Belçîka Brukselê biryara Dadgeha Gelan a Rojava ku 5-6’ê Sibatê li Zanîngeha Azad a Brukselê hate lidarxistin, bi raya giştî ya Parlamentoya Ewropayê re hate parvekirin.
Daxuyaniya çapemeniyê li avahiya parlamentoyê ya li Qada Luxembourg hate dayîn. Şandeya dadgehê, parêzer, siyasetmedarên Kurd û parêzvanan mafan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di nava van de Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî hebû.
Di daxuyaniya çapemeniyê de, ji şandeya dadgehê Gianni Tognoni biryar ji raya giştî re bi kurt û cewherî ragihand.
Di beşa ‘delîlan’ a biryara bi 80 rûpelî de nexşeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li ser herêmên sivîl, êrîşên li dijî sivîlan, êşkence, revandin, binçavkirinên kêfî, bi zorê ji cihên wan kirin, êrîşên çandî û dîrokî cih girtin.
Di biryarê de sûcên êrîşkariyê, sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê, binpêkirina mafên mirovan û analîza hiqûqî ya têkildarî berpirsyariyê jî cih girtin.
Di biryarê de bêcezatiya di sûcên navneteweyî de, nirxandinên têkildarî nerazîbûna civaka navneteweyî û pêşniyar cih girtin.
Dadgehê herî dawî, bi bernameya rûniştinên 5-6’ê Sibatê û têkildarî şandeya jurî û koma dozgeriyê agahî dan.
Di biryara dadgehê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, musteşarê MÎT’ê yê demê Hakan Fîdan, Wezîrê Fermandariya Giştî yê demê Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Hewayî yê demê Umît Dundar sûcdar hatin dîtin.
SÛCÊN ÊRÎŞAN
Hin beşên ji biryara şandeya dadgehê, bi vî rengî ne;
“Şandeyê biryar daye ku mudaxileyên leşkerî yên ku Tirkiyeyê li herêma Rojava ya li bakurê Sûriyeyê pêk anîne, li gorî biryara bi hejmara 3314 a Desteya Giştî ya NY’ê sûcên êrîşan e.
Tirkiyeyê ji sala 2016’an ve li dijî Rojava 3 operasyonên leşkerî yên mezin pêk anîne (Firat Kalkani, Zeytîn Dali, Bariş Pinari) û di encama van operasyonan de li herêmên Efrîn, Tel Abyad, Serêkaniyê û El-Bab rewşeke dagirkeriyê ya demdirêj çêbûye. Ev pratîkên leşkerî, mafên serweriya Sûriyeyê binpê kiriye û ji bo aştiya navneteweyî bûye gef.
SÛCÊN ŞER
Heyet tespît kir ku Tirkiye û komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyê sûcên şer ên Xala 8’emîn a Statuya Romayê kirine.
Ev sûc wiha ne: Bombebarankirina nexweşxane, dibîstan, binesaziya avê û hedefên sivîl ên din.
Bikaranîna çeka kîmyewî: delîlên bikaranîna fosfora spî di Cotmeha 2019’an de li Tel Abyad û Serêkaniyê.
Li gorî raporên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hatiye tespîtkirin ku komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyê li dijî sivîlan înfazên keyfî pêk anîne.
Êşkence û kiryarên xirap: Bûyerên revandin, êşkence û bi zorê windakirin hatine belgekirin.
SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
Heyet diyar kir ku Tirkiye li Rojava endezyariya demografîk pêk tîne û binpêkirinên mafên mirovan ên sîstemîk pêk tîne.
Piştî dagirkirina Efrînê zêdeyî 200.000 Kurd ji herêmê hatine derxistin. Hatiye raporkirin ku xak û milkên Kurdaên ên li herêmên dagirkirî ji aliyê komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyê ve hatine desteserkirin.
BÊCEZAHIŞTIN Û BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ
Heyet destnîşan dike ku Tirkiye têkildarî van sûcên ku dike li hemberî mekanîzmayên hiqûqê yên navneteweyî hesabê nade û civaka navneteweyî li dijî van sûcan bertekê tê xwestin nade. Tirkiye ji bo ku li pêşiya dadgehên navneteweyî hesabê nede, astengiyên hiqûqî daniye. Pergala darazê ya li Tirkiyeyê sûcdarên vê sûcê diparêze û nadarizîne. Hatiye tespîtkirin ku civaka navneteweyî li dijî binpêkirinên mafên mirovan hewldaneke bibandor nekiriye.
PÊŞNIYARÊN DADGEHÊ
Heyeta Dadgeha Gelan a Rojava pêşniyar dike ku ev gav bêne avêtin; Tirkiye dawî li dagirkeriya xwe ya li Rojava bîne û ji bo ku ji herêmê xwe vekişîne divê zexta navneteweyî were zêdekirin. Ji bo ku rayedarên paye bilind ên Tirkiyeyê li pêşiya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were darizandin, divê hewldan werin kirin. Kirinên aborî û siyasî yên li dijî Tirkiyeyê divê werin zêdekirin. Ji bo ku NY û YE’yê binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava bi awayekî serbixwe lêkolîn bikin û rapor bikin, divê komîsyoneke taybet were avakirin.
ENCAM
Ev encam ji bo parastina serweriya hiqûqê ya navneteweyî bangek e. Çalakiyên Tirkiyeyê gef li aştiî û ewlehiya navneteweyî dixwe û divê ji bo pêkanîna hiqûqa navneteweyî demildest gav bê avêtin.