BI DÎMEN

Li Aachenê civîna gel hat lidarxistin

Li Mala Gela a Aachenê li ser Newrozê û pêvajoya siyasî civîna gel hat lidarxistin.

CIVÎNA GEL

Li Mala Gel a Aachenê 23’ê Adara 2025’an li ser Newrozê û pêvajoya siyasî civîna gel hat lidarxistin. Di civîna li bajarê Aachenê yê Elmanyayê de rojnamevan û nivîskar Rêşad Sorgul û parlementera berê ya Wanê Tugba Hazar li dîwanê cih girtin.

‘GELÊ KURD GELÊ NEWROZÊ’

Rojnamevan û nivîskar Rêşad Sorgul Rêşad Sorgul li ser pîrozbahiyên Newroza îsal got, Newrozê îsal jî li her devera Kurdistanê li xwe zêde kiriye û di vê çarçoveyê de gelê Kurd nîşan daye ku gelê Kurd gelê Newrozê ye. Sorgul li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo daye destpêkirin got, dewleta Tirk xwe avêtiye bextê Kurdan, lê ji ber ku di warê gavavêtinê de xwedî hêz nîne, xwe nade ber çareseriyê û rewşê gîro dike. Tevgera Azadiyê erka ketiye ser milê xwe bi cih aniye û dor a dewleta Tirk e.

‘JIN Û CIWAN HÊZA PÊŞENG A GUHERTINÊ NE’

Parlementera berê ya Wanê Tugba Hazar jî îşaret bi gavavêtina Rêber Apo kir û got, vê gavavêtinê barê me giran kiriye, lewma divê em li gorî paradigmaya nû guhertinan bikin. Hazar qala beşdarbûna zêde ya ciwanan a pîrozbahiyên Newrozê kir û got, di vê guhertinê de jin û ciwan hêza pêşeng a guhertinê ne.

Beşdarên civînê jî hem pirsê xwe kirin û hem jî li ser pêvajoyê fikrên xwe diyar kirin.