BI DÎMEN

Li Parîsê Newroza ‘Azadiya Rêbertî, Civaka Demokratîk’

Zubeyîr Aydar di pîrozbahiya li Parîsê de axivî. Aydar diyar kir ku dewletê ji bo bersiva nêzîkatiyên samîmî yên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, ti gav neavêtin û got, “Eger ew gav neavêjin, em ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”

Li banliyoya Villers Le Bel a girêdayî paytexta Fransa Parîsê, ji aliyê CDK-F û TJK-F’ê ve Newroza ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’ hate lidarxistin. Pîrozbahî ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Axaftina vekirinê ya şahiyê, ji aliyê Hevserokên CDK-F’ê Xanê Akdogan û Şahîn Polat ve hatin kirin. Hevserokan destnîşan kirin ku Newroz cejna azadî û vejînê ye û di serî de Rêber Apo cejna Newrozê ya hemû gelên Kurdistanê pîroz kirin.

Ji Serokatiya Şaredariya Villiers Le Bel Djida Tachtach a beşdarî şahiyê bû, diyar kir ku ew serbilind in ku beşdarên cejna azadî û vejînê ya Kurdan pêşwazî dikin û pîrozbahiyên azadiyê yên gelê Kurd ku bi hezaran sal in dewam dikin, silav kir.

Ji Serokatiya Şaredariya Saint Deniz Sonia Benacer jî anî ziman ku Newroz cejna azadîxwazan e û diyar kir ku ew ji ber beşdarbûna cejna vejînê ya gelê Kurd, kêfxweş e.

Ji Partiya Sosyalîst Parlamenter Romain Eskenazi bilêv kir ku heta têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd digihije azadiyê, ew ê piştevaniya xwe mezin bikin û cejna Newrozê pîroz kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî axaftinek kir û ev tişt got: “Di serî de Rêber Apo, ez cejna Newrozê ya berxwedêrên zindanan, şervanên azadiyê, berxwedêrên niha li çiya û hemû Kurdistaniyan pîroz dikim. Li tevahî Ewropa û Kurdistanê Newroz bi heybet hate pîrozkirin. Bi milyonan Kurd daketin kolanan û xwedî li Rêbertî derketin. Ev Newrozeke pir bi wate ye û bi rengekî bedew hate pîrozkirin. Bi vî rengî jî wê dewam bike. Her çar parçeyên Kurdistanê, niha li ser piyan e. Gelê Kurd nîşan da ku ew ê bêyî Rêbertî ti tiştê qebûl nekin. Wateya yekemîn a Newrozê xwedî derketina li Rêber Apo û berxwedêr û şoreşgeran e. Newroza 2025’an, li gorî Newrozên din hîn bi watedartir e. Em di ferqa vê wateyê de ne û em vê dizanin. Li Amedê herkes li bendê bû ku peyama Rêbertî bê xwendin. Lê dewleta Tirk nehişt peyameke Rêbertî bigihije Amedê.

Rêber Apo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Armanca destpêkê ya bangê, avakirina aştiyê ye; armanca wê ya duyemîn jî avakirina civaka demokratîk e, yanî pirsgirêka Kurd li ser bingehê demokrasiyê bê çareserkirin. Yên li hemberî me çi navê didin vê, ew bi xwe dizanin. Lê Tevgera Azadiyê ji bo çareseriyê, vê bangê dike. Rêbertî ji bo çareseriyê vê bangê dike, lê tevî 23 roj derbas bûne jî yên li hemberî me ti gav neavêtine.

Divê dewletê li parlamentoyê komîsyonek ava kiriba, divê li ser vê yekê sekinîban. Ti gav nehatin avêtin. Tevî wê yekê jî hîna şer nesekinî, şerê dimeşînin. Li Rojava, Bakur û Başûr şer hîna dewam dike. Bila gelê me û hevalên me têkildarî vê yekê, rehet bin. Weke Tevger û gelê Kurd em vê rewşê qebûl nakin. Eger krîz be, em ê jî krîzê derbixin. Em ê bi vî rengî gaveke yekalî neavêjin. Divê dualî be, azadî dualî ye. Yan ew ê aştî û lihevkirinê qebûl bikin, yan jî em ê rewşê li gorî helwesta wan berçav derbas bikin. Em ê li gorî xwesteka wan, ti gavê neavêjin.

Ev rêxistin xwedî tecrube ye, 52 sal in têdikoşe. Di Newroza 1973’yan de bi Rêbertî û 5 hevalan re gav hate avêtin. Piştre tevger mezin bû. Rêbertî niha bûye Rêberê hemû gelên bindest. 32 sal in vê tevgerê gelek caran bi dewletê re diyalog çêkiriye. Gelek hevdîtin kirine, ti carê tevger nehatiye xapandin, wê vê carê jî neyê xapandin.

Bi her kesê re diyaloga me dewam dike. Li Rojhilat jî bi heman rengî. Weke tevger em ji bo tevahî Kurdistanê têdikoşin. Di serî de dewletên Ewropayê, welatên mîna DYE û Çînê jî piştgirî dan banga Rêbertî. Meseleya Kurd, li Ewropa û tevahî cîhanê gihiştiye asta herî jor. Ev gaveke erênî bû. Destpêkê banga me ji dewleta Fransa, dewletên Ewropa û hemû dewletan re ye, em dibêjin weke gelê Kurd em alîgirê aştiyê ne. Em alîgirê diyalogê ne, em alîgirê avakirina sîstemeke demokratîk in. Eger li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Em bang li cîhanê dikin; em destê azadî û aştiyê dirêj dikin. Divê ev dest bê girtin. Em vê ji wan dixwazin.”

Di pîrozbahiyê de parlamenterê Tevgera Fransa ya Serî Natewîne Carlos Bilango û nûnerê koma Antî-Faşîst Huseyîn Ceyhan jî axivîn. Di peyama li ser navê PAJK’ê hatî xwendin de, cejna Newrozê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hate pîrozkirin û peyama Rêber Apo ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate parvekirin.

Di bernameyê de hunermend Helbest Arî, Mem û Zîna Botanî, Dîno û Serhado bi muzîkên xwe şahî bi coş kirin. Her wiha Koma Dansê ya Tamil jî bi performansa xwe reng da şahiyê. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.