Li Brîtanyayê şahiya Newrozê
Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê û bajarê Belfast ê Bakurê Îrlandayê Newroz hate pîrozkirin. Di Newrozê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate xwestin.
Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê û bajarê Belfast ê Bakurê Îrlandayê Newroz hate pîrozkirin. Di Newrozê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate xwestin.
Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê bi hezaran kes bi şîara ‘Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin’ li Salona Învisible Wind Factory hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. Şahî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di sînevîzyona mezin a li ser dikê de, wêneyên Rêber Apo hatin daliqandin. Li salona şahiyê alên PKK, YPG, YPJ, PYD, PJAK û KCK’ê û flamayên Rêber Apo hatin daliqandin. Salon bi rengên Kurdistanê hate xemilandin. Wêneyên Mazlum Dogan û şehîdên Newrozê jî hatin daliqandin. Pankartên “PKK’ê kongreya xwe gihand qadên Newrozê” û “Ji bo çareseriyê azadî ji Rêber Apo re” bal kişandin.
Di şahiya Newrozê de ku gelek Kurdistanî beşdar bûbûn, Koma Dengê Botan, Mervan Şan, Berhem Şemamî û Seyda Perînçek derketin ser dikê. Kurdistaniyan bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Tişrînê” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Di Newroza Liverpool’ê de tilîliyên jinên Kurd deng veda. Koma folklorê ya bi navê Koma Teşî ya girêdayî Meclîsa Gelê Kurd derket ser dikê.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Agît Sûrûç, Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Saît Pirsus û li ser navê Piştevaniya Enternasyonalîst Peyama Ronî û siyasetmetdarê Kurd Osman Baydemîr axivîn.
Newroza Liverpool’ê di tevahiya şevê de dewam kir. Bi hezaran Kurdistaniyan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” şahiya Newrozê temam kirin.
LI BELFASTÊ COŞA NEWROZÊ
Li paytexta Bakurê Îrlandayê Belfast’ê Komuna Civaka Kurd bi şîara ‘Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin’ şahiya Newrozê lidar xist. Bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn. Piştî salên dirêj Newroz li Belfast St. Congall’s Divis Street hate pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan eleqeyek zêde nîşanî şahiyê dan. Siyasetmetdarê Kurd Osman Baydemîr jî weke axaftvan beşdar bû. Siyasetmedarên Îrlandayî û sendîkavan jî li şahiya Newrozê bûn.
Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Li salonê alên KCK, PKK, YPG, YPJ û PYD’ê û flamayên Rêber Apo hatin daliqandin.
Komuna Civaka Kurd a Belfast axaftina vekirinê kir. Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk hate silavkirin û hate diyarkirin ku bi ruhê Newroza îsal wê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.
Piştî axaftina vekirinê hunermend Seyda Perînçek û komên muzîka herêmî, derketin ser dikê. Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr di şahiyê de axivî û ji Şêx Seîdan heya Seyîd Rizayan, ji Mazlum Doganan heta Sakîne Cansizan, hemû şehîdên têkoşîna gelê Kurd bi bîr anî.