BI DÎMEN

Şehîd Delîl li Kolnê hat bibîranîn

Kenan Oner ê di 18'ê Adara 1995'an de li Dersimê şehîd bûbû, li Kolnê hat bibîranîn.

ŞEHÎD DELÎL (KENAN ONER)

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi boneya 30’emîn salvegera şehadeta Kenan Oner (Delîl) ê ku di sala 1995’an de li Dersimê şehîd bûbû, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Xwişka Oner Perîhan Oner, siyasetmedar Pero Dundar û li ser navê KOMAW'ê Şengê Kahraman di merasîmê de axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku ew ê xwedî li mîrateya şehîd Delîl derkevin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.