Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li ber Konseya Ewropyayê ya li Strasbourgê ya Fransayê (KE) hatiye destpêkirin û ji wê demê ve bênavber didome. Çalakî ket hefteya 666’an. Koma ji Marsîlyayê hatin nobeta vê hefteyê dewir girtin. Di komê de Hunermend Seydo Gimgim, Sefa Tahtaci û Firat Coşan cih digrin.
Li ser navê komê Hunermend Seydo Gimgim axivî û Newroza Rêber Apo, gerîla û Şehîdên Azadiya Kurdistanê pîroz kir. Gimgim diyar kir ku weke rêveberiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê nobeta pîroz dewr girtin û got: “Nobeta azadiyê 13 sal in ji bo azadiya Rêber Apo li ber Parlamentoya Ewropayê didome. Lê hîn jî tecrîda li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve didome. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk were em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Seydo Gimgim destnîşan kir ku Rêber Apo bi rêya Şandeya Îmraliyê pêvajoyeke nû da destpêkirin û anî ziman ku divê gelê Kurd piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Gimgim diyar kir ku ev pêvajo ji pêvajoyên ku berê cudatir e û wiha got: “Ev pêvajo pêvajoya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Lewma weke gelê Kurd em Rêber Apo baş bixwînin û fêm bikin.”