BI DÎMEN

Çalakvanên Cenevreyê: Ji bo banga Rêber Apo berpirsyarî bigrin

Çalakvanên Cenevreyê Şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo berspirsyarî bigrin.

JI RÊBER APO RE AZADÎ

Çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Cenevreyê ve her roja Çarşemê li Meydana Natîonsê ya ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye tê lidarxistin, ket meha 51’an.

Çalakvanên ku çalakiya rûniştinê ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didomînin, vê hefteyê ji bo bîranîna Şehîdên Hefteya Lehengiyê deqîqeyek rêz girtin.

Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Osman Tekîn axivî.

Tekîn got ku bi çalakiya 21’ê Adar 1982’an ku yek ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan li zindana Amedê pêk anî re, gelê Kurd dest bi serdemekî nû kir, bi têkoşîna fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) ya li Gabarê re felsefeya berxwedanê hatiye destpêkirin û anî ser ziman ku îro jî destana berxwedanê li çiyayan dewam dike.

Tekîn anî ser ziman ku gelê Kurd gavek din jî nêzî azadiyê bûne û wiha got: “Divê dewletên navneteweyî têkiliyên berjewendiyê deynin aliyekî û Banga Aşitî û Demokrasiyê ya Rêber Apo ku wê ji gelên Rojhilata Navîn re bibe bersiv, jiyanî bikin. Yekane şertê pêkanîna bangê pêkanîna azadiya Rêber Apo ye.”

Tekîn bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo berspirsyarî bigrin.

Piştre li ser navê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Veysel Kuşkanadi metna çapemeniyê ya bi Kurdî xwend.

Kuşkanadi diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker wekî encama hevkariya xwe ya sed salî ya bi dewletên Ewropayê re di 50 salên dawî de li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê şer dike û got: “Banga Rêber Apo derfet da ku gavên dîrokî bên avêtin û erkên girîng bigrin ser xwe.”

Çalakî bi dirûşmeyên "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok", "Jin Jiyan Azadî", "Riya şehîd riya me ye, PKK partiya me ye” heta sawt 17:00’an dewam kir.