BI DÎMEN

Ji bo Newroza Frankfurtê serdana malbat û esnafan hate kirin

Hevserokên FCDK-KAWA Kerîme Barçin û Mehmet Çopan û hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok serdana malbat û esnafan kirin û banga tevlîbûna Newroza Frankfurtê kirin.

Hevserokên Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistanî (FCDK/KAWA) Kerîme Barçin û Mehmet Çopan û hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Almanyayê (KON-MED) Kerem Gok ji bo Newroza mezin ku wê di 29’ê Adara 2025’an de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin, serdana malbat û esnafan kirin û banga tevlîbûna Newroza Frankfurtê kirin.

Di serdanên li Russelheim, Mainz ve Wiesbadenê de îşaret bi yekîtî û piştevaniyê ya Newrozê hate kirin.

Di çarçoveya Newroza navend Elmanyayê de wê sibê li Darmstadê, roja Înê jî wê li Frankfurt û Hanauyê bi malbat û esnafan re li hev bicivin.

Hevserokan bang li her kesî kirin ku tevlî Newroza Frankfurtê bibin ku çalakiyên çandî yên cuda, axaftin û stranan were lidarxistin.