CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Ji bo girtiyê nexweş Karaman azadî hat xwestin
ÎHD a Stenbolê çalakiya "Tîpa F" a vê hefteyê de azadiya girtiyê nexweş Yilmaz Kahraman ê ku ji ber nayê dermankirin ûra mejiyê wî de mezin bûye û çavên wî nabîne xwest. -
Dayikên Şemiyê hesabê Ferhat Tepe yê hat qetilkirin pirsîn
Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê hat qetilkirin edalet xwestin. Îshak Tepe di çalakiyê de got ku kurê wî ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û diyar kir komkujiyên dewletê di roja me ya îro de jî hê berdewam dikin. -
Di çalakiya xizmên windayan de AKP hat protestokirin
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Îzmîr û Şirnexê aqubeta xizmên xwe yên hatin windakirin pirsîn û bal kişandin ser komkujiyên di demên dawî pêk tên û gotin hê kiryarên salên 1990'an pêk hatin nehatin zelalkirin dest bi înfazên nû kirin. -
Pêngava 15’ê Tebaxê li Erîvanê hat pîrozkirin
31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Ermenîstanê Erîvanê bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan bi civînekê hat pîrozkirin. -
15’ê Tebaxê li Marsîlyayê hat pîrozkirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransa salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. -
Ajansa Swêd TT: Li Sûriyeyê ronesansa çanda Kurd tê jiyîn
Ajansa herî mezin a nûçeyan a Swêd TT, di nûçeyeke xwe de diyar kir ku li herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê ronesanseke çandî ya Kurd tê jiyîn. -
Ûlûsoy: Di hilbijartineke muxtemel de wê gel dîsa li rex aştiyê be
Seroka Giştî ya ESP’ê Ûlûsoy, nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan a “pergala rêveberiyê hat guhertin" da û got, “Mikurhatina aşkera ya derbeya qesrê ye.” -
Ciwanên Azad li ber NY tecrîd şermezar kirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre li ber NY ji aliyê ciwanên Kurdistanî ve hat protestokirin. -
'Gel bi îradeya xwe xwerêveberî ava kir'
Hevserok Mûstafa Dogan, ji bo xebatên Meclîsa Gel a Navçeyê ya Gimgim a berî niha bi salek û nîvekê hat avakirin got: "Em bûn hêzeke ku pirsgirêkan çareser bike." -
Rewşenbîr û hunermendên Derya Reş: Ji planên şer re na
Nêzî 100 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Derya Reş bi gotina "Em ji bo seltenata hin kesan ji fedakirina ciwanên xwe û welat di nava şîdetê de fetisandinê re dibêjin na" li dijî polîtîkayên şer ê AKP'ê derketin. -
Li Riha û Îzmîrê 6 jê zarok 11 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Xalfetî ya Rihayê 6 zarok bi îdîaya zerar dane al û peykerê li baxçeyê dibistanê hatin binçavkirin. Li Karşiyaka ya Îzmîrê jî 5 endamên Halkevî ên li dijî şer belavok belav dikirin hatin binçavkirin. -
Îdamên rejîma Îranê li Fînlandiyayê hatin protestokirin
Kurdên li Fînlandiyayê dijîn îdamkirina siyasetmedarên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve protesto kirin. -
ESP Kurdistan: Mêtinkarî di xwîna dirijînê de wê bifetise
ESP Kurdistan a têkildarî înfazên li Giyadînê daxuyanî da diyar kir ku rejîma AKP’ê jî weke desthilatdariyên beriya xwe wê bi dawî bibe û got: “Mêtinkarî di xwîna dirijînê de wê bifetise.” -
Li Colemêrg û Samsûnê 11 kes hatin binçavkirin
Hikûmeta AKP’ê ya Demkî operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Li Samsûn û Colemêrgê di serdegirtinên malan de 11 kes hatin binçavkirin. -
Can Yucel hat bîranîn
Helbestvan Can Yucel, di 16. salvegera mirina xwe de li navçeya Datça ya Mûgla li ser gora xwe hat bîranîn. -
Li Parîsê ‘çalakiya edalet û heqîqetê’
Ji bo endama damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê ya Kurdistaniyan didome. -
Ji polîsên Tirk terora binçavkirinê
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê didomin. Derket holê ku polîs di binçavkirinan de terorê dimeşînin; jineke ducanî derb kirine û çek kirine serê zarokekî. -
Ji Federasyon û Meclîsa Êzîdiyan ji ber rawestandina cenazeyên YPG/YPJ’yiyan nerazîbûn
Federasyona Komeleyên Êzidiyan û Meclîsa Jinên Êzîdî ji ber dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê destûr cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê yên li Deriyê Sînor ê Murşitpinar derbasî Bakurê Kurdistanê bên kirin nerazîbûn nîşandan. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Li Îzmîr û Wanê 17 binçavî
Di operasyonên qirkirinên siyasî de li Îzmîr û Wanê 17 kes hatin binçavkirin. -
Kenanoglû: Elewî dest ji aştiyê bernadin
Parlamenterê HDP’ê Kenanoglû, nerazîbûn nîşanî êrîşên li hember Elewiyan da. Kenanoglû ji AKP û Erdogan re got, “Em ji we û ji qîrên we yên şer natirsin.” -
Ji penaberan re statuya koleyên demsalî hat dayîn
Penaberên Sûriyeyî yên ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin, di berdêla têrkirina zikê xwe de mîna koleyan tên xebitandin. -
Ji endamên Ciwanên Azad li Parîsê civîn
Endamên Ciwanên Azad, diyar kirin ku wê ciwan li hember zîhniyeta qetlîamker a AKP û DAIŞ’ê xwedî li nirxên xwe derkevin. -
Welatiyên Kantona Efrînê diçin ser sindoqan
Desteya Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Kantona Efrînê beriya demekê ji bo pêşkêşkirina daxwaznameyên namzetên Hevserokên Şaredariyên Gel 10’ê Tebaxê heta 13’ê Tebaxê diyar kir. Hilbijartinên şaredariyan jî wê 10’ê Îlonê werin lidarxistin. -
Bloka Aştiyê li Enqereyê çalakî pêk anî
Bloka Aştiyê ya li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê çalakî pêk anî kaxezên daxwazên aştiyê yên li ser, “Em aştiyê dixwazin em ê bi we şer nedin kirin” nivîsandî bi daran vekir. -
Demîrtaş: Wê ew winda bikin; gel, jin, karker û ciwan bi ser bikevin
Demîrtaş ê di mîtînga Bloka Aştiyê ya li Bakirkoyê de axivî got: “Eger hilbijartina zû dixwazin, em wan poşman ku hilbijartina zû pêk anîne.