Li Nurnbergê AKP hat protestokirin
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Ewropa tên protestokirin. Li bajarê Nurnbergê Elmanyayê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi meşekê polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin.
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Ewropa tên protestokirin. Li bajarê Nurnbergê Elmanyayê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi meşekê polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin.
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Ewropa tên protestokirin. Li bajarê Nurnbergê Elmanyayê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi meşekê polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin. DÎDF, Mala Gel a Medya, ATÎK, ATÎF, MLDP’ê, Koma Çep a Elman û bi sedan kes tevlî bûn.
Di axaftinên meşê de, şerê AKP’ê li hemberî Kurdan da destpêkirin hat şermezarkirin. Di daxuyaniya hevpar de jî hat gotin ku piştî HDP’ê bend derbas kir, AKP ji bo tola xwe ji gelê Kurd, şoreşgerên Tirk û demokratan bistîne şer daye destpêkirin, ji bo serketina li Rojava hat bidestxistin ji hole rake, êrîşeke faşîst a bi zanebûn û bi plan daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dîsa vegera salên 90’an çêbûye, her wiha hat gotin, asta hatiye ji derveyî avakirina xwerêveberiya xwe û pêşxistina saziyên xwe zêdetir ti rêyeke din a gelê Kurd nemaye.
Di axaftinan de hat bilêvkirin ku AKP’yau li Pirsûsê 33 kes qetil kir, wê bi vî şerî û êrîşên ji bo qezenckirina hilbijartineke nû daye destpêkirin dawiya xwe bîne. Hat gotin, “Paşdekişandina patrîotan a Elmanyayê têrê nake.”
Di tevahiya mitîngê de dirûşmên, “Ji şer re na”, Kujer AKP”, “Bila niha aştî pêk bê”, “Bijî piştevaniya navneteweyî” hat gotin.