Nerazîbûnên li hemberî operasyonên qirkirina siyasî didomin
Xebatkarên Şaredariya Sûrê ku hevşaredarên wan jî di van operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, bi armanca şermezarkirina operasyonan daketin kolana li pêşberî şaredariya xwe û 5 deqeyan li ber deriyê şaredariyê rawestiyan.
ANF
AMED
pêncşem, 20 gelawêjê 2015, 14:57
Partiya Herêmên Demokratîk DBP bi daxuyaniyekê bang li gel kir ji bo nerazîbûna xwe li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên hêzên dewletê dîsa li dijî siyasetmedar û hilbijartiyên Kurd daye destpêkirin, her roj di seat 15-00 heta 15.05’an li her derverên ku lê ne dest ji kar berdin û jiyanê bitevizînin.
Li ser vê bangê xebatkarên Şaredariya Sûrê ku her du hevserokên wê Fatma Şik Barut û Seyid Narîn jî di van operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, bi armanca şermezarkirina van operasyonên qirkirina siyasî daketin kolana li pêşberî şaredariya xwe û 5 deqeyan li ber deriyê şaredariyê rawestiyan.
Beşdaran bi çepikan nerazîbûna xwe anîn ziman û ev çalakî bi tevlîbûna hin welatiyên ku di kolanê derbas dibûn jî 5 deqeyan berdewam kir.