Di encama lêkolînên Enstîtuya Pêşketina Afrîkayê de, k navenda wê li paytexta Spanya Madrîdê ye, fosîlê destekî mirovan ê ji 1,8 mîlyon sal beriya niha mayî, hatibû dîtin. Di lêkolînên hatin kirin de tespît bû, ku cureyê mirovên wê demê xwedî destê heman fonksiyona destê mirovên roja îro, bûn.
Hestiyê destê mirovan ê li sîteyeke dîrokî ya li herêma Oldûvaî ya li bakurê Tanzanya hat dîtin, derket holê ku hestiyê destê herî kevin ê heta roja îro hatiye dîtin e.
Li gorî encamên lêkolîna di kovara Nature Communications hat weşandin, ev hestiyê dest ê mirovekî wê demê yê navê OH86 lê hat kirin, e. Hat fêmkirin ku ev mirov, dibe ku ji pêşiyên cureyê mirovê Homo Erectus an jî Homo Erectusek bi xwe be. Dîsa hat fêmkirin ku li herêma hestiyê destê mirov lê hat dîtin, cureyê Australopithecus Biosei (hominine) ê însanî û cureyê mirov ê Homo Erectus ê mirovan bi hev re dijiyan.
Rêveberê lêkolînê Manûel Dominguez-Rodrigo da xuyakirin ku destê mirovan di dema guherîna serdeman de bûye xwedî gelek taybetmendiyan û hunerên tevger û manîpulekirinê zêde bûye. Dominguez-Rodrigo diyar kir ku hestiyê dest ê hatiye dîtin, yê cureyekî mirovan ê 1,7 mîlyon sal beriya niha derketiye holê ye.
Bi lêkolînê re hat dîtin ku hunera manîpulasyonê ya mirovên roja îro, di nava cureyê mirovê beriya 1,8 mîlyon salî de jî hebû.
Homininaeyên ji famîliya jêrîn a homininiyan, ku weke însanî tên binavkirin, 6 mîlyon sal beriya niha meşa bi çar lingan terikandin û li ser du lingan meşiyan. Tê texmînkirin ku piştî bi mîlyonan salan destên xwe yên însanî bikaranîne û bi bikaranîna destan re mejî jî bi pêş ketiye.