'Dema Dirîreşkan 2' derket

Pirtûka 'Dema Dirîreşkan 2' a Mûrat Turk ji Weşanên Mezopotamyayê derket.

Pirtûka 'Dema Dirîreşkan 2' a Mûrat Turk ji Weşanên Mezopotamyayê derket.

Pirtûka 'Dema Dirîreşkan' a Mûrat Turk ku ya destpêkê gelekî hat firotin û xwendevanan jê hez kirin, ya duyemîn hat weşandin. Pirtûka ji 160 rûpelan pêk tê, behsa serpêhatiya gerîla Şervan dike, ku demeke kurt piştî xwegihandina hevalên xwe operasyon destpê dike û di vê operasyonê de jî vê carê bi hevalek didin re, bi tenê dimîne. Pirtûk ku bi qasî ya yekemîn bi bandor e, ji Weşanên Mezopotamyayê û standên wê dikarin bên peydakirin.

NOTA WEŞANXANEYÊ

"Serpêhatî ji cihê maye dewam dike...

Pirtûka duyemîn a Dema Dirîreşkan a Mûrat Turk, di encama bendemayîneke bi kelecan, di dawiya dawî de digihêje ber destê xwendevanan.

Weke ku tê bîra mirovan, di pirtûka destpêkê ya Dema Dirîreşkan de gerîla Şervan di şerekî de birîndar dibe û hevalên wî ji ber ku nikarin wî hilgirin û xwe bixin rîskê, neçar dimînin wî veşêrin. Piştî sekneke demdirêj, Şervan ê fêm dike hevalên wî nikarin bên, bi însiyatîfa xwe dikeve ser rê. Bi rewşa xwe ya birîndar, bi kîlometreyan dimeşe, ji gelek xeteriyên mezin derbas dibe, çend caran nêzî mirinê û dîlketinê dibe. Lê di encama hewldanên mezin de xwe digihîne hevalên xwe.

Di pirtûka Dema Dirîreşkan 2 a li ber destê we ye de, dema piştî Şervan digihêje cem hevalên xwe vedibêje.

Yekîneya Şervan jî di nav de ye careke din rastî operasyonekê tê. Di şer de Şervan vê carê bi hevrêyeke xwe ya jin a birîndar a bi navê Ararat re ji komê qut dibe. Gelo gerîla Şervan û Ararat wê bi saxî karibin xwe bigihînin hevalên xwe?"

MÛRAT TURK KÎ YE?

Di sala 1976'an de li Amed-Baglarê ji dayik bû. Di sala 1990'î de dest bi xebatên siyasî kir. Di 1992'an de tevlî têkoşîna azadiyê bû. Di 1995'an de esîr hat girtin. Hînê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê tê ragirtin. Nivîsên wî di gelek rojname, kovar û pirtûkan de hatin weşandin.

PIRTÛK

Pirtûkên wî yên hatine weşandin: Dema Dirîreşkan 1, Dijminê li ser pirê

XELAT

2006 Îsme Baycan, di beşa çîrokan de xelata mansiyon,
2008 Huseyîn Çelebî, di beşa çîrokan de xelata yekemîniyê,
2010 Îsmet Baycan, di beşa çîrokan de xelata duyemîniyê,
2012 Duyemîn Yilmaz Guney, di beşa çîrokan de xelata hevtayî.