3 girtiyên Kurd ên ji doza siyasî ku li Girtîgeha Tîpa H a Seyîtgazî ya Eskîşehîrê dimînin ji bo cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê teslîmî malbatên wan bên kirin dest bi greva birçîbûnê kirine, hatin tecrîdkirin.
Ji ber dewleta Tirk cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê yên dema li hember çeteyên DAIŞ’a faşîst şer dikirin jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatên wan nake û destûr nade cenaze di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re bên derbaskirin, girtiyên Kurd ên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirine. Çalakiya greva birçîbûnê berfireh dibe.
Li Girtîgeha Tîpa H a Seyîtgazî ya Eskîşehîr Bariş Kiliç, Samet Aydemîr û Hadî Erçîçek ên ji doza PKK û KCK’ê hikûm xwarine dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Lê belê rêveberiya girtîgehê her sê girtî ji koxuşên wan derxistin, kirin koxuşeke di koşeyeke girtîgehê ya bi tenê ye û ew kirine tecrîdê.