Sînagogên dîrokî weke hala zebze û masiyan tên bikaranîn
Kolana Havra ya li Îzmîrê ku bi sedan salan ji aliyê Yahûdiyan ve weke perestgeh hat bikaranîn, niha hala zebze û masiyan e. Esnafên li herêmê dixebitin jî, agahiyan wan ji dîroka Kolana Havra nîne.
OZGUR AYDIN / ANF
ÎZMÎR
în, 21 gelawêjê 2015, 07:06
Kolana Havra ya li Îzmîrê ku bi sedan salan ji aliyê Yahûdiyan ve weke perestgeh hat bikaranîn, niha hala zebze û masiyan e. Esnafên li herêmê dixebitin jî, agahiyan wan ji dîroka Kolana Havra nîne.
Kolana Havra ya Îzmîrê, wextekê cihê jiyan û îbadetê yê Yahûdiyan bû. Piştî ku Yahûdiyan ji Îzmîrê koç kirin, ev herêma dîrokî weke hala zebze û masiyan tê bikaranîn.
Hin ji sînagogên li kolanê hînê hene, beşek ji wan jî di rewşeke nema dikare bên bikaranîn.
Beşeke mezin a kolanê weke hala zebze û masiyan tê bikaranîn. Yên vê kolanên ji bo vî karî bi kar tînin jî haya wan ji dîroka kolanê nîne.
Li herêma ku ji ber hebûna sînagogan navê Kolana Havra lê hatiye kirin, 6 bermayiyên sînagogan tên dîtin. Hin ji esnafên li kolanê, sînagogên li kêleka xwe ji nedîtî ve tên û zerarê didin rewşa dîrokî.
Perestgehên Kolana Havra ev in:
Sînagoga Şalom: Di salên 1500 de li Kolana Havra ya Kemeralti hat avakirin. Li pêşberî Havra Algaze ye. Di sala 1841'ê de şewata mezin a Îzmîrê li pêş havra hat vemirandin.
Sînagoga Algaze: Havra Algaze ku li bakurê wê havra Şalon, li başûrrojavayê wê havra Sînyora Gîveret hene, di sala 1724'an de ji aliyê malbata Algazî ve hat çêkirin.
Sînagoga Sînyora: Havra Sînyora Gîveret li aliyê Kolana Anafartalar û kolana 927'an, li Kolana Havra ye.
Sînagoga Bîkûr: Li Kolana Îkîçeşmelîk e. Havra Bîkûr Holîm di sala 1724'an de ji aliyê Yahûdiyê Îzmîrî yê bi eslê xwe ji Hollanda Salamon de Cîaves ve hat çêkirin.
Sînagoga Etz Hayîm: Tê gotin ku sînagogek ji dema Bîzans maye. Di şewatên beriya niha de gelek caran şewitiye.
Sînagoga Talmût Tora: Sînagogeke gelekî kevne û di sala 1838'an de ji aliyê birayên Hacez ve hatiye restorekirin. Ji ber şewatên herikîna demê de, careke din hatiye restorekirin.
Yahûdiyên di navbera salên 1492-1494'an de ji Spanya û Portekîzê hatin derxistin û ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatin qebûlkirin, li Selanîk, Stenbol û Îzmîrê hatin bicihkirin. Di sedsala 19'an de ji 150-200 hezar mirovên li Îzmîrê dijiyan 55 hezar Yahûdî bûn. Di destpêka sedsala 20'an de beşeke mezin a Yahûdiyên li herêma Karataşê bicih bûbûn, piştî ku di sala 1948'an de Îsraîla ava bû, koç kirin. Nifûsa Yahûdiyan a mayî li herêma Alsancakê bi cih bû. Esnafkarî û zanaatkarî kirin.