Li Parîsê bi çalakiya rûniştê AKP hat protestokirin

Di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransa de li ber Wezareta Karên Derve ya Fransa çalakiya rûniştinê pêk hat.

Di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransa de li ber Wezareta Karên Derve ya Fransa çalakiya rûniştinê pêk hat. Endamên Tevgera Jinên Kurd ku saet 16.00’an li Qada Invalides kom bûn, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Komeleya Piştevaniya Kurdistan Fransa, Kolektîfa Piştevaniya bi Jinên Kobanê, Komeleya Jinên li ber xwe didin ên Herêma 93, ÎCOR, Anarşîst, Ensamble, Partiya Komunîst, Sendikaya Solîdaîre jî tevlî bûn.

Saziyên ji bo di şexsê gerîlaya YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, komkujiyên dewleta Tirk protesto bikin li derdora pankarta "Dewleta Tirk bi barbarî qetil dike, ma hûn ê temaşevan bimînin”  du saetan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de zîhniyeta qetlîamker a dewleta Tirk hat şermezarkirin û bêdengiya dewleta Fransa hat protestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê Konseya Kurd a Fransa CDK-F, hevserok Cemîle Renklîçay, li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst  Arzû Torûn, li ser navê Partiya Komunîst û Komeleya Piştevaniyê ya Fransa Kurdistan Estelle Joncour û li ser navê  ÎCOR axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku komkujiyên li Kurdistanê nayên qebûlkirin û nîşandana bedenê Ekîn Wan a îşkencekirî sûcekî şer e.

Di çalakiya ku 2 saetan dewam kir, sirûd hatin xwendin. Çalakî saet 18.00’an bi dirûşma, “Kurdistan li ber xwe dide” bi dawî bû.

...