Endamê Meclîsa Ciwanan a Menemen a HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
Li navçeya Menemen a Îzmîrê endamê Navenda Çandê Mûrat Kaya li Navenda Çandê ya Ciwanan a Menemen rastî êrîşa çekdarî hat.

Li Navenda Çandê ya Ciwanan ya li Taxa Asarlik a girêdayî navçeya Menemen a Îzmîrê, endamê Meclîsa Ciwanan a Menemen a HDP’ê bi awayekî ku ji paşstûyê xwe gule xwariye hat dîtin. Hat diyarkirin ku îxtîmal heye dema Kaya li Navenda Çandê bi tena xwe dima ji aliyê kesek an jî hin kesên ketine hundir rastî êrîşê hatine. Kaya yê ji aliyê endamên din ên Navenda Çandê hat dîtin bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Menemen.
Kaya yê rewşa wî krîtîk e piştî mudaxeleya yekemîn a li Nexweşxaneya Dewletê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Tepecîk hat kirin.
Kesên li derdorê diyar kirin ku li hember Navenda Çandê ji derve ve ti êrîşek pêk nehatiye, dibe ku kes an jî kesên êrîş pêk anîne dema Kaya bi tena xwe li navendê bû, ji nêz ve êrîş pêk anîne.
Li Navenda Çandê lêkolîna polîsan didome.