Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di komxebata "Akademî aştiyê dixwaze" de axivî û got ku Serokkomar Erdogan ji bo "desthilatdariya yek zilam" gelan bi şer ve ceza dike û nirxandina "Em bi darbeyeke qesrê re rû bi rû ne" kir. Yuksekdag a ku gotina "Em ê karê xwe yê daye destpêkirin bi dawî bikin" bi kar anî got ku soza "Em biçin meclîsê" di 7'ê Hezîranê de bi cih anîne di hilbijartina zû de jî de bibejin "Dem dema desthilatdariya gelan e."
Komxebata "Akademî aştiyê dixwaze" ya ji aliyê akademîsyenên Îzmîrê ve hate lidarxistin li Navenda Çandê ya Turkan Saylan destpê kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdarî komxebatê bû. Berdevkê Bloka Aştiyê ya Îzmîrê Cem Terzî metna hevpar a bi sernavê "Em hemû kesan vedixwînin aştiyê" xwend û diyar kir ku agirbesta ku çend sal in didome û pêvajoya muzakereyê hêviyên gel zêde kiriye, ew li benda gavên siyasî yên aştiyê bûn lê bi pêvajo pevçûnê re rû bi rû mane.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi gotina "Gotina aştiyê berxwedan e" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji bo aştiyê hatina cem hev girîng e û ji bo aştiyê şêwazeke berxwedanê ye. Yuksekdag bal kişand li ser pirsa "Çima şer destpê kir" û anî ziman ku ji aştiyê re pir kêm mabû lê destpêkirina şer ji bo desthilatdariya kesekî ye. Yuksekdag wiha got: "Ji bo desthilatdariya yek kesî û partiyekî kaosê derdixin. Beriya 3 mehan ev anî ziman û îro jî pêk tînin. Beriya 3 mehan ji gelan re gotin heke HDP'ê bendê derbas bike wê kaos derkeve. Erdogan bêyî ku fedî bike got 400 parlamenteran bidin bila ev pirsgirêke bi aramiyê çareser bike. Di 7'ê Hezîranê de gelan 400 wekîl nedan Erdogan. Yê ku niha nekarî bibe serok aramiya Tirkiyeyê xira dike. Dîsa di pêvajoya hilbijartinan de gotin heke HDP bendê derbas bike wê kaos derkeve û îro jî gefên xwe derbasî jiyanê kirin."
'EM BI DARBEYEKÊ RE RÛ BI RÛ NE'
Yuksekdag got ku di pevajoya kaosê de AKP ji malbatên leşkeran re dibêje "Heke we deng bida AKP'ê ev yek dê nehata serê we, ev êş nedihat kişandin" û wiha berdewam kir: "Îro em şerekî ku berê hatiye îlankirin dijîn. Li Tirkiyeyê bila ti kes nebêje ev şer ji ku derket, bila hincetê negerin. Berpirsyarê vî şerî qesr e. Vî şerî rejîmekî navberê teşwîq kiriye. Erdogan bi dengên girtiye ve dibêje li Tirkiyeyê rejîm guheriye.Dibe ku serokomarekî hatiye bijartin bî lê em jî piştî hilbijartinan îradeya meclîsê ne. Erdogan bijartina xwe qebûl dike lê îradeya 7'ê Hezîranê nas nake. Em bi feraseta ku zirarê dide gel re rû bi rû ne."
Yuksekdag bilêv kir ku gelan nehîştine tu Erdogan bibe serok û Erdogan ê ku nebû serok gelan ceza dike û nirxandina "Em bi darbeyeke qesrê re rû bi rû ne" kir û wiha axivî: "Yê ku darbe pêk anî jî dibejê mexdûrê darbeya 28'ê Sibatê ye. Yên ku di 28'ê Sibatê de mexdûr bûn, yên ku xwe wekî notirvanê demokrasiyê îlan kirin îro bi xwe darbe pêk tînin. Erdogan îro dibêje 'ez makeqanûnî qabûl nakim, li welat rejîm guheriye, dixwazin qebûl bikin dixwazin nekin' em qebûl nakin."
'GEL ZANEBÛN IN DESTHILATDARIYA SIYASÎ PAŞVERÛ BÛYE'
Yuksekdag diyar kir ku bi hilbijartina 7'ê Hezîranê encamên nû derxistin û bi pêvajoya Gezî li bajarên rojava dînamîkên azadiyê û bi dînamîkên azadiyê yên li Agirî, Amed û Colemêrgê re bûn yek. Yuksekdag anî ziman ku bi salan gelên bi tirsa perçekirinê dixwestin ji hev qut bikin piştî salan hatin cem hev û bûn hêz û biser ketin û wiha got: "Encamên hilbijartinê fînala têkoşîna vê civakbûnê ye. Civak bi zanebûn dengên xwe bikaranîn. Civaka Tirkiyeyê bi helwesta di hilbijartinê de nîşandayî çiqas amadene nîşan dan. Lê mixabin desthilatdariya siyasî ji vê yekê re amade nîn e. Civaka Tirkiyeyê çiqas zanebûn be desthilatdariya siyasî ewqas paşve diçe."
Yuksekdag got "Tîr ji kevanê derketiye" û ji asta hatinê venagerin û wiha axivî: "Em wê karê me destpê kir bi dawî bikin. Em wê çi xilas bikin, em wê vê statukoya zordariyê, hişmendiya faşîzan xilas bikin." Yuksek da zanîn ku li Tirkiyeyê guherîna rejîmê çêbûne lê ev yekê wê bibe rejîma demokratîk. Yuksekdag bilêv kir ku wan piştî hilbijartinê biryara muxalefetê bikin girtin.
'GEL JI BER KU AKP TINE KIR TÊ CEZAKIRIN'
Yuksekdag balkişand ser şerê li herêmê pêk tê û wiha pê de çû: "Bi rojane li herêmê şerekî fermî yê navê wê nehatî dayîn pêk tê. Şerekî ji salên 90'î xirabtir e û qirêjtir e. Heke vî şerê qirêj partiyek û kes ji bo desthilatdariya xwe derbixe di serî de têkçûye. Civaka Tirkiyeyê û Kurdan tiştekî wisa heq nekiriye. Kurd cezayê çi dikêşin. Cezayê ji sedî 90 piştgirî dan HPD'ê didinê.Cihên hatin bijartin tesaduf nîn in û hemû cihên ku AKP lê tinebûyî ne. Gel ji ber ku AKP tine kir tê cezakirin. Kesên deng dan partiya me dixwazin poşman bikin. Ji civaka Tirkiyeyê re jî vê yekê dikin. Leşker û polîsên jiyana xwe ji dest dan mirovên me ne."
'DIVÊ EM JI BO AŞTIYÊ XWE ÇAVSOR BIKIN'
Yuksekdag balkişand ser girîngiya aştiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke ew ji bo şer xwe çavsor bike divê em jî ji bo aştiyê xwe çavsor bikin. Ji bo aştiyê berxwedan têkoşîna bigihêjin hedefa bi zehmet."
Komxebat bi pêşkêşvaniyên akademîsyenan berdewam dike.