Şervanê YPG’ê Kevîn Jochîm li Karlsruhe ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Şervanê YPG’ê yê Elman Kevîn Jochîm (Dilsoz Bahar) ê di pevçûneke li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê bi awayekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG’ê yê Elman Kevîn Jochîm (Dilsoz Bahar) ê di pevçûneke li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê bi awayekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG’ê yê Elman Kevîn Jochîm ê 6’ê Tîrmehê li Rojava jiyana xwe ji dest da, ku 15 rojan ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê li deriyê sînor hat sekinandin, roja 14’ê Tebaxê cenazeyê wî anîn Elmanyayê, li bajarê Karlshure yê Elmanyayê bi merasîmekê ku bi hezaran kes beşdar bûn spartin axê.

Bi hezaran kesên ku li West Bahnof a Karlshure hatin gel hev wêneyên Jochîm bi singa xwe vekirin û dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” gotin.

Dayik, xwişk û bira, bapîr û dapîra Jochîm li pêşiya korteja meşê cih girtin.  Girseyê piştî meşa bi qasî 2 kîlometreyan gihiştin Goristana Grunwinker. Merasîma cenaze bi axaftinan dewam kir.

Li ser navê PYD’ê Mowal Mohammad di axaftina xwe de got, “Şehîd ji vir çû devereke 4 hezar kîlometre dûr, xaka dayik û bavê me, ji bo gelên me şer kir. Ji bo geekî ku pergaleke demokratîk dixwaze û têkoşîna azadiyê dixwaze şer kir.”

Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç jî, diyar kir ku li Rojava yên têdikoşin ne tenê Kurd in, di serî de sosyalîst, demokrat ji beşên cuda mirov din av vê şoreşê de cih digirin.

Koç got: “Hevrê Dilsoz wê di têkoşîna Rojava de her tim were bîranîn. Dilsoz Bahar şehîdê me ye.”

Maurîne Lucîe ya dayika şervanê YPG’ê Kevîn Jochîm jî di axaftina xwe de got: “Welatek heye yê saxan. Welatek heye yê kesên dimirin. Di nav her du welatan de hezkirin heye, Kevin hezkirina din av van her du welatan de bi hev girêda.”

Maurîne Lucîe Kozluk axaftina xwe bi dirûşma,  Ji Kurdistanê re azadî” bi dawî kir.

Piştî axaftinan cenazeyê Jochîm bi dirûşma, “Şehîd namirin” spartin axê. Axa destpêkê dayik Maurîne Lucîe Kozluk avêt gorê. Paşê vîdeoya Kevîn Jochîm a ji bo ç idi nav şoreşa Rojava de cih girtiye hat nîşandan.

Di merasîmê de şervana MLKP’ê Ivana Hofman jî hatin bîranîn.  Peyama ku hevalên Hofmann şandin hat xwendin.

Hevalên şervanê YPG’ê Kevîn Jochîm jî axivîn û gotin, “Kevîn nemir, di dilê me de dijî. Ew di oxira doza jê bawer dikir şehîd ket.”

...