Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Grazê hatin protestokirin
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê polîtîkaya Erdogan û AKP’ê ya car din li hemberî gelê Kurd şer dane destpêkirin hat protestokirin.

Bi sedan Kurdistaniyên saet 15:00’an li Sudtîroler Platzê hatin gel hev, şîdeta dewletê şermezarkirin. Di tevahiya meşê de dovîzên polîtîkayên şer ên AKP’ê û Erdogan lanet dikin hatin rakirin û pêkanînên leşkerên Tirk li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk kirine jî hat şermezarkirin.
Di axaftinan û belavokên Elmanî yên hatine belavkirin de hat gotin ku Erdogan ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de tişta hêvî dikir wernegirt dixwaze bi rêya Kurdan bike weke yên din, ji xwe re rêya bi serê xwe bûna desthilatdariyê û serokatiyê veke. Hat gotin ku bi van êrîşên dawiyê jî dixwazin zemînê ji vê yekê re amade bikin.
Hat xwestin ku raya giştî ya navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne û hat diyarkirin ku li hemberî dewleta Tirk a hevkariyê bi DAIŞ’ê re dike gava herî şênber ev e ku PKK’ê lîsteya terorê bê derxistin.
Mitîng saet 16:00’an bi dirûşman bi dawî bû.