Di doza Mehmet Demîr de parastinên dawî
15. rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr a bi sûcdariya endamtiya PKK’ê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hamburg pêk hat û parastinên dawî hatin kirin.
15. rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr a bi sûcdariya endamtiya PKK’ê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hamburg pêk hat û parastinên dawî hatin kirin.
15. rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr a bi sûcdariya endamtiya PKK’ê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hamburg de pêk hat û parastinên dawî hatin kirin. Di doza ku Dozgeriya Federal a Elmanya 4 salan ceza dixwaze, heyeta dadgehê wê 28’ê Tebaxê biryarê aşkera bike.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr di rûniştinê bi Kurdî parastineke dirêj kir.
Dozgeriya Federal a Elmanya sedema ku 4 salan ceza dixwaze çalakiyên PKK’ê wek hincet nîşan da. Parêzeran jî diyar kirin ku meşrûiyeta hemû dozê bi pirsgirêk e.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr jî di parastina xwe de got ku aliyê terorê dimeşîne dewleta Tirkiyeyê ye, PKK biratiya gelan, aştî û demokrasiyê dixwaze.
Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrg wê 28’ê Tebaxê saet 10.00’an biryarê aşkera bike.