Bîlgen: Em pey biryarên xwe ne lê…
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got, “Em li pey biryara xwe ya endamdayîna hikûmeta hilbijartinê ne, lê divê di hilbijartina wezîran de nezaketa siyasî bê nîşandan.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got, “Em li pey biryara xwe ya endamdayîna hikûmeta hilbijartinê ne, lê divê di hilbijartina wezîran de nezaketa siyasî bê nîşandan.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got, “Em li pey biryara xwe ya endamdayîna hikûmeta hilbijartinê ne, lê divê di hilbijartina wezîran de nezaketa siyasî bê nîşandan.”
Piştî MHP’ê CHP’ê jî diyar kir ku wê endam nedin hikûmeta hilbijartinê çav zivirîn ser HDP’ê. Berdevkê Partiya HDP’ê Ayhan Bîlgen bersiva pisên ANF’ê da û got, em li pey biryara xwe ya endamdayîna hikûmeta hilbijartinê ne, lê xwest ku di hilbijartina wezîran de nezaketa siyasî bê nîşandan.
Bîlgen got, “Em der barê aştiya Tirkiyeyê de dibêjin divê berpisyariyê nîşan bidin.”
‘EM JI BO AŞTIYA TIRKIYEYÊ BERPISYARIYÊ DIGIRIN’
Bîlgen bersiva ji pirsa “Der barê wezaretan de jî ti şerha we heye” jî got, “Hîna em nehatine wê pozîsyonê ku nave wezaretan biaxivin”
Bîlgen bal kişand ser AKP û Serokkomar dixwazin formulekî bêyî HDP’ê bibînin û got, “Derdê me ne der barê wezaretan de ye, bi usûlê ve têkildare.”
Bîlgen got, “Jixwe dema hikûmet bê diyarkirin divê hevsengiyek maqul der barê parlamenterên partiyan de bê berçavgirtin. Em xwedî vê tecrûbeyê ne ku navên dikarin di nava hevsengiyê de bixebitin derxi ne ku di demeke kin de şer derxin.”
‘NE HIKÛMETA KAR, HIKÛMETA HILBIJARTINÊ’
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de serokkomar derketiye derveyî rayeya xwe û wiha dewam kir, “Ev hikûmet ne hikûmeta kar e. Hikûmeteke hilbijartinê ku însiyatîfa wê ya kar nîne, di pêvajoya hilbijartinê de bikare bêalîtiyê biparêze û bi awayekî adil bikaranîna çavkaniyên gelemperiyê sererast bike.”
Bîlgen di daxuyaniya xwe ya duh de gotibû, “Em ê di cihgirtina hikûmeta hilbijartinê de nerevin. Di mijara çûyîna hilbijartinê de em diyar dikin ku em ê berpiryariyê bigirin. Tirkiye bi awayekî fiilî pêvajoya darbeyê dijî. Li bajaran rewşa awarte tê îlankirin.”
Li aliyê din Berdevkê CHP’ê Halûk Koç diyar kiribû ku wê partiya wî di hikûmeta hilbijartinê de cih negire.